Trump: Dibe ku di demeke nêz pêk were!

Serokê DYA'yê Trump têkildarî mudaxeleya li ser Sûriyeyê peyameke nû belav kir. Trump got, "Dibe ku di demeke nêz de be, dibe ku ne di demeke nêz de be."

Trump: Dibe ku di demeke nêz pêk were!
12 nîsan, 2018   11:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trump têkildarî mudaxeleya li ser Sûriyeyê li ser twîtterê ev peyam belav kir:

"Têkildarî mudaxeleya li ser Sûriyeyê, min dem diyar nekir. Dibe ku di demeke nêz de pêk were, dibe ku di demeke nêz de pêk neyê! Di her rewşê de, di dema rêveberiya min de DYA ji bo derxistina DAIŞ'ê ya ji hêrêmê têkoşîneke baş kir. Spas ji Amerîkayê re."

Donald Trûmp duh jî li ser twitterê gotibû ku, "Bila Rûsya li bendê be, fuzeyên me tên.