Li Xezayê di navbera Hêzên Îsraîl û çekdaran de şerê giran rû dide

Hêzên Îsraîl  êrîşên hewayî û topbaran li ser herêmên cûda yên Xezayê pêk anî. Êrîş li ser navendên ku çekdar xwe lê bi cîh dikin pêk hat û di encama wê de ciwanek jiyana xwe ji dest da û yek jî bi giranî birîndar bû.

Li Xezayê di navbera Hêzên Îsraîl û çekdaran de şerê giran rû dide
12 nîsan, 2018   09:52

XEZA

Li gorî nûçegihanê ajansa me (ANHA) ji Xezayê diyar kir ku Hêzên Îsraîl êrîşên hewayî û topbaran ji duh ve li ser herêmên cûda yên di bin serweriya çekdarên Filistînê de, pêk tîne. Ji ber vê yekê şerê giran di navbera Hêzên Îsraîl û çekdarên Filistînê de rû dide. Her wiha li herêmên li ser sînor alozî heye. Di encama topbaranê de ciwanekî Filistînê bi navê Mihemed Hecîla jiyana xwe ji dest dan û sivîlekî din jî bi giranî birînda bû.

Li gorî nûeçgihanê me ji herêmê diyar kir ku keştiyên Îsraîl di nava deriyayê de gule li ser nêçîrvanan ve reşandin. Her wiha nûçegihanê me got ku balafirên şer ji saetên sibê ve li ser asîmanê Xezayê digerin.

Ji aliyekî din ve, çavkaniyên Filistînî gotin ku îro di saetên destpêka rojê de Hêzên Îsraîl ketin bajarên Cenîn û El-Xelîl kirin û di encama wê de 18 welatiyên Filistînê hatin binçavkirin.

(bx)

ANHA