Nivîskarê Êzidî: Hemû komkujî bi destê dewleta Tirk pêk hatine

Nivîskar û Lêkolînerê Êzidî Hiso Merîko diyar kir ku dewleta Tirk û pêşiyên wan Osmanî li pişt hemû komkujî û fermanên ku civaka Êzidî tê re derbasbûye ye.

Nivîskarê Êzidî: Hemû komkujî bi destê dewleta Tirk pêk hatine
12 nîsan, 2018   06:42

SILAVA EBDULREHMAN-ALVA OSÊ / HESEKÊ

Civaka Êzidî bi destê rêxistin û komên cûda di 74 fermanan re derbas bûn. Armanca wan ferman û komkujiyan tunekirina civaka Êzidî ye, hemû komên komkujî pêk anîn ola Islamê wekî perde ji kiryarên xwe re bikar anîn.

Nivîskar û Lêkolînerê Êzidî Hiso Merîko yê ku di sala 1971'an de li zanîngeha Şamê beşê dîrok xwend û ji bo xwendina xwe bidomîne berê xwe da Elmaniya. Hiso Merîko xwendina xwe li zanîngeha Hanover bi dawî bike. Merîko dîroka gelê kurd, di nava de Êzidî û komkujiyên derheqê wan de hatin kirin, lêkolîn dike.

Merîko, di encama lêkolînên xwe de pirtûka bi navê "Êzidayetî û Ferman" nivîsandiye. Di pirtûkê de hemû komkujiyên li dijî civaka Êzidî pêk hatine lêkolîn kiriye û belge kiriye ku li dû hemû komkujiyan dewleta Tirk û pêşiyên wan Osmanî hene.

Merîko derbarê mijarê de got ku hemû herêmên dewleta Tirk dagir kiriye gelê Kurd û bi taybet Êzidî ne û wiha dom kir, "Dewleta Tirk ji beriya sedên salan biryar da herêmê ji şêniyên wê vala bike. Welatiyên Êzidî neçarî islambûyînê kir."

Merîko, bibîr xist ku dewleta Tirk û neviya Osmaniyan terorist afirand û ji bo tunekirina gelê kurd ew şandin herêmê û wiha dom kir, "Di bin perdeya Islamê de, ola ku banga rêzgirtina hemû olan dike, ji xwe re bikar anîn. Rêxistinên terorist ên li Sûriyê derketin, hemû bi piştgiriya dewleta Tirk derketin. Li Sûriyê û Îraqê êrîşî hemû herêmên pîroz kirin. Armanca wan jî tunekirina çanda gelan e."

Li ser rewşa Efrînê û kiryarên dewleta Tirk a li dijî civaka Êzidî Merîko, got ku ev ne tiştekî biyaniye li ser dewleta Tirk û wiha pê de çû,"Dewleta Tirk terorist şandin û piştgirtiya wan kir. Bi vê yekê xwest dema Osmaniyan vegerîne."

Nivîskar û Lêkolînerê Êzidî Hiso Merîko di dawiya axaftina xwe de jî got ku gelê Kurd û piştî serkeftinên di hemû herêmên Sûriyê de bidest xistine wê dewleta Tirk a dagirker têk bibe.

(dc)

ANHA