Çêkirina hiriyê çandeke kevnar a herêma Bakurê Sûriyê ye

Çêkirina hiriyê yek ji çandên herî kevnar ên jinên Bakurê Sûriyê û bi taybet herêma Cizîrê ye. Jin heta niha vê çanda xwe diparêzin û cilên ku ji hiriyê  çêdikin ji yên amade baştire têne bikaranîn.

Çêkirina hiriyê çandeke kevnar a herêma Bakurê Sûriyê ye
Çêkirina hiriyê çandeke kevnar a herêma Bakurê Sûriyê ye
12 nîsan, 2018   06:59

RÊNAS REMO / QAMIŞLO

Şêniyên gelek Bakurê Sûriyê û bi taybet Cizîrê xwedîkirina pez wekî berhemeke sereke ya jiyanê bikar tînin. Ji hemû berhemên wan sûd werdigirin. Hirî jî di çêkirina ber, gulav, lihêf û tiştên malan de bikar tîn in.

Piştî hiriya pez tê birîn, 6 saetan di nava avê de tê hiştin, paşê da ku ka û qirşikên di nav de ma ye derkeve, bi darekî mezin lê didin. Paşê bi avê û madeyên şûştinê baş tê şiştin, heta baş paqij bibe. Paşê li ber rokê tê ziwakirin.

Paşê bi teşiyê tê rêsan û tayan jê çêdikin, wiha êdî ji bo bikaranînê tê amadekirin. Hirî di çêkirina ber û pêwistiyên malan de tê bikar anîn. Siwarên hespan jî pêdiviyên ser hesp bi wan hazir dikin. Her wiha kurk jî ji hiriya berxên temenê wan biçûk tê çêkirin.

Tevî ku isfinc di demên dawî de pir bûne, lê gelek malbatên Bakurê Sûriyê û taybet Cizîrê hîn ji bikarîna livînên hirî hez dikin.

(dc)

ANHA