ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12- 04 -2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12- 04 -2018
12 nîsan, 2018   04:06

*Dê  qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê û gelê Efrînê were şopandin.

*Dê hemû çalakî, meş û xwepêşandanên ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakurê Sûriyê û cîhanê têne lidarxistin, wê werin şopandin. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

*Kongreya Star li bajarê Serêkaniyê bi armanca piştgiriya Berxwedana Serdemê û şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk dê meşekê lidar bixe. Meş wê ji ber navneda Çand û Hunerê ya Waşokanî destpê bike. Saet 16.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Kongreya Star li kantona Kobanê derbarê destpêkirina hemleya "Jin ji bo Efrînê rabin ser piya û berxwedanê bilind bikin" li meydana Jinên Azad daxuyaniyê bide. Saet 11.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Di çarçoveya Hefteya Zarokan ku Desteya Jin a Kantona Kobanê daye destpêkirin, wê pêşengehek wênexêzên zarokan were vekirin. Di heman çarçoveyê de jî wê Desteya Perwedeyê ya kantona Kobanê şahiyekê ji zarokên navçeya Şeranê re lidar bixe. Saet 10.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Desteya Şûnwaran a herêma Cizîrê wê filmekî li navenda Çandê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo pêşkêş bike. Saet 15.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên Efrînê pirs kirin ku wê kî meclîsa dagirkeran qebûl bike û destnîşan kirin ku gelê Efîrnê meclîsa li Dîlokê ji aliyê hin xayînan ve hatiye avakirin qebûl nakin û gotin ku tu wate ji meclîsa wan re nîne. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

*Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê û rûspiyên herêma Tebqayê diyar kirin ku êrîşa li ser Dûma ya Xûta Rojhilat a Şamê pêk hatiye û bikaranîna çekên kîmyawî sûcên hovane ya li dijî mirovahiyê ye û êrîşên Xûta û Efrînê bi hev girêdan. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

*Yek ji rêveberên hemleya berhevkirina alîkariyan ji bo şêniyên Efrînê li Kobanê Ismaîl Ehmed diyar kir ku ew ê bi hemû hêza xwe ji bo alîkariya gelê Efrînê tekoşîn bikin û got wê hemleya komkirina alîkariyan berdewam bike ta hemû  şêniyên Efrînê vegerin malên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

DOSYA

*Di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê  li ser Efrînê de, her çiqas helwest û daxuyaniyên serokên partiyên di nava Meclîsa ENKS’ê de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk derketin hat xuyakirin jî, lê piştre bi guherîna daxuyanî, têkiliyên ser tora civakî ya bi komên çete û MÎT’ê re ya serok û rêveberên Partiya Yekitî ya ENKS’ê Fuad Elîko, Îbrahîm Biro û Abdil Basit Hemo, asta dijbertiya wan derket xiyanetê.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

*Fewzî Şengalî da zanîn ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrîn û Başûrê Kurdistanê ne li dijî yek partî yan yek hêzê ye û got ku êrîş li dijî hebûna gelê Kurd û li dijî hemû projeyên kurdî çi Rêveberiya Xweser û çi fedralî be jî, lewma divê Perlemantoya Başûr derbê êrîşan de helwesta xwe nîşan bide. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

*Nivîskar û Lêkolînerê Êzidî Hiso Merîko diyar kir ku dewleta Tirk û pêşiyên wan Osmanî li pişt hemû komkujî û fermanên ku civaka Êzidî tê re derbasbûye ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

*Koçberên ji ber şerê li herêmê Sûriyê reviyane û li Minbicê bi cih bûne bê derfetiyê û rewşek dijwar jiyan dikin. Rêxistinên mirovî jî alîkariya ji koçberan re pêşkêş nakin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Komîteya Darayî ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê di nava hewldanan de ye ku mecbela isfeltê amade bike. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

*Çêkirina hiriyê yek ji çandên herî kevnar ên jinên herêma Cizîrê ye. Jin heta niha vê çanda xwe diparêzin û cilên çêdikin ji yên amade batşir têne bikaranîn.( BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA