'Hemû komkujî bi destê dewleta Tirk pêk hatine'

Nivîskar û Lêkolînerê Êzîdî Hiso Merîko diyar kir ku dewleta Tirk û pêşiyên wan Osmanî li pişt hemû komkujî û fermanên ku civaka êzîdî tê re derbasbûye ye.

'Hemû komkujî bi destê dewleta Tirk pêk hatine'
12 nîsan, 2018   09:30

SILAVA EBDULREHMAN-ALVA OSÊ / HESEKÊ

Civaka êzîdî bi destê rêxistin û komên cûda di 74 fermanan re derbas bûn. Armanca wan ferman û komkujiyan tunekirina civaka êzîdî ye, hemû komên komkujî pêk anîn ola islamê wekî perde ji kiryarên xwe re bikar anîn.

Nivîskar û Lêkolînerê Êzîdî Hiso Merîko yê ku di sala 1971'an de li zanîngeha Şamê beşê dîrok xwend û ji bo xwendina xwe bidomîne berê xwe da Elmaniya da ku xwendina xwe li zanîngeha Henover bi dawî bike. Merîko ji wê demê ve pêşiyên gelê kurd û  bi taybet êzîdî û komkujiyên derheqê wan de hatin kirin, lêkolîn dike.

Merîko, di encama lêkolînên xwe de pirtûka bi navê "Êzdayetî û Ferman" nivîsandiye. Di pirtûkê de hemû komkujiyên li dijî civaka êzîdî pêk hatine lêkolîn kiriye û belge kiriye ku li dû hemû komkujiyan dewleta Tirk û pêşiyên wan Osmanî hene.

Merîko derbarê mijarê de got ku hemû herêmên dewleta Tirk dagirkiriye de gelê kurd û bi teybet êzîdî ne û wiha dom kir: "Dewleta Tirk ji beriya sedên salan biryar da herêmê ji şêniyên wê vala bike. Welatiyên êzîdî neçarî islambûyînê kir."

Merîko, bibîr xist ku dewleta Tirk û neviya Osmaniyan terorist afirand û ji bo tunekirina gelê kurd ew şandin herêmê û wiha dom kir: "Di bin perdeya islamê de, ola ku banga rêzgirtina hemû olan dike. Ji xwe re bikar anîn. Rêxistinên terorist ên li Sûriyê derketin, hemû bi piştgiriya dewleta Tirk derketin. Li Sûriyê û Îraqê êrîşî hemû herêmên pîroz kirin. Armanca wan jî tunekirina çanda gelan e."

Li ser rewşa Efrînê û kiryarên dewleta Tirk a li dijî civaka êzîdî Merîko, got ku ev ne tiştekî biyaniye li ser dewleta Tirk û wiha dom kir: "Dewleta Tirk terorist şandin û piştgirtiya wan kir. Bi vê yekê xwest dema Osmaniyan vegerîne."

Nivîskar û Lêkolînerê Êzîdî Hiso Merîko di dawiya axaftina xwe de jî got ku gelê kurd û piştî serkeftinên di hemû herêmên Sûriyê de bidest xistine wê dewleta Tirk a dagirker têk bibin.

(dc)

ANHA