Şêniyên Qamişlo ji bo Berxwedana Serdemê û Ocalan meşiyan

Bi sedan welatiyên Qamişlo bi armanca piştgiriya Berxwedana Serdemê ku di qonaxa xwe ya duyemîn de didome û bi armanca şermezarkirina tecrîda giran ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye ferizkirin,  meşiyan.

Şêniyên Qamişlo ji bo Berxwedana Serdemê û Ocalan meşiyan
Şêniyên Qamişlo ji bo Berxwedana Serdemê û Ocalan meşiyan
Şêniyên Qamişlo ji bo Berxwedana Serdemê û Ocalan meşiyan
Şêniyên Qamişlo ji bo Berxwedana Serdemê û Ocalan meşiyan
Şêniyên Qamişlo ji bo Berxwedana Serdemê û Ocalan meşiyan
Şêniyên Qamişlo ji bo Berxwedana Serdemê û Ocalan meşiyan
Şêniyên Qamişlo ji bo Berxwedana Serdemê û Ocalan meşiyan
11 nîsan, 2018   17:08

QAMIŞLO

Meşvanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, pankartên bi nivîsên "Azadiya Rêber APO azadiya gelan e, Em doza diyarkirina çarenûsa Rêber APO dikin, divê parêzer û malbat karibin serdana rêbertiyê bikin, Em ji rêxistinên mafê mirovan dixwazin ku erka xwe ya derbarê tecrîda giran pêk bîn in û bimre koploger, bijî berxwedana Ocalan" vekiribûn.

Meş ji Çerxeriya Osaman Sebrî ya li texa Hilêliyê destpê kir. Meşvanên ku bê navber diruşmeyên dilsoya bi Berxwedana Efrînê û "Bê Serok Jiyan Nabe, Bi can bi xwîn bi can bi te re Ocalan" vekiribûn, li kolanên sereke yên Qamişlo geriyan û li stadyoma 12'ê Adarê ya li taxa Siyahî a Qamişlo kom bûn. li vir meşvan kom bûn û piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin.

Destpêkê Endamê Rêveber a TEV-DEM'ê Feyrû Şah Remedan axivî û wiha got: "Em soz didin Rêberê mirovahî, aştî û demokrasiyê, xwediyê ramanê biratiya gelan Rêberê Gel Abdulah Ocalan dikin, ku em pergala Îmralî bişkîn in. Em ê tekoşîna xwe ya ji bo azadiya Ocalan xurtir bikin. Rêber Ocalan kesayeta herî zêde ku banga biratiya gelan dike. Lewma faşizma Tirk tecrîda li ser Ocalan zêde dike."

Remedan di berdewama axaftina xwe de siyasetên Erdogan ên li Rojhilata Navîn bibîr xist û wiha dom kir: "Erdogan siyasetên qirên li Rojhilata Navîn û bi taybet Sûriyê pêk tîne. Bi van siyasetên xwe wê xaka Sûriyê parçe bike. Li dijî gelê Efrînê hemû cûreyên çekên giran bikar anîn, komkujî pêk anîn û welatî neçar kirin ku ji malên xwe derkevin. Lê bela Erdogan û hevlbendên wî baş bizanin ku ewê di Efrînê de nemîn in."

Feyrûşah di dawiya axaftina xwe de got ku wê Efrîn serbikeve û wê ev tişt anî ziman: "Berxwedana Serdemê bi çalakiyên şervanan li dijî Artêşa Tirk û çeteyên wê didome. Di rojên pêş de wê encamên berxwedanê diyar bibe."

Meş bi diruşmeyên dilsoziya bi Berxwedana Serdemê û Ocalan re bi dawî bû.

(dc)

ANHA