Kongreya Star li Hesekê civiya

Kongreya Star a bajarê Hesekê bi armanca nirxandina Berxwedana Serdemê û êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê civînek lidar xist.

Kongreya Star li Hesekê civiya
Kongreya Star li Hesekê civiya
11 nîsan, 2018   12:57

HESEKÊ

Bi dehan jinên bajarê Hesekê beşdarî civînê bûn. Civîn bi rêzgiritn destpê kir. Paşê yek ji rêveberên Kongreya Star Nûjîn Mihemed axivî û salvegera wefata dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr anî.

Nûjîn di axaftina xwe de ev tişt got "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêza xwe ji dayika xwe girtiye. Hêza bû sedem ku Rêber Ocalan ji bo azadiyê jinê têbikoşe."

Nûjîn di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman "Dewletên dagirker û di serî de Tirkiyê dixwazin ku armancên xwe li ser xaka Sûriyê pêk bîne."

Nûjîn diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze ku îradeya gelê Bakurê Sûriyê bişkîne û ji bo vê yekê jî hemû wesîleyên leşkerî bikar tîne û ev tişt anî ziman "Bi vê yekê diyar dibe ku dewleta Tirk  a dagirker ji îradeya gelê ku biratiya gelan ji xwe re eses digre, ditrse."

Nûjîn di dawiya axaftina xwe de got ku pêwîste em hemû ji bo welat û axa xwe yekîtiya xwe ava bikin û li hember kesên ku dixwazin îradeya me bişkînin, li ber xwe bidin.

Civîn bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û biratiya gelan bidawî bû.

(bx)

ANHA