YPG`ê nasnameya lehengên Berxwedana Serdemê eşkere kir

YPG`ê nasnameya 12 şervanên YPG û YPJ`ê ku di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûbûn, eşkere kir.

 YPG`ê nasnameya lehengên Berxwedana Serdemê eşkere kir
 YPG`ê nasnameya lehengên Berxwedana Serdemê eşkere kir
 YPG`ê nasnameya lehengên Berxwedana Serdemê eşkere kir
 YPG`ê nasnameya lehengên Berxwedana Serdemê eşkere kir
 YPG`ê nasnameya lehengên Berxwedana Serdemê eşkere kir
 YPG`ê nasnameya lehengên Berxwedana Serdemê eşkere kir
 YPG`ê nasnameya lehengên Berxwedana Serdemê eşkere kir
 YPG`ê nasnameya lehengên Berxwedana Serdemê eşkere kir
 YPG`ê nasnameya lehengên Berxwedana Serdemê eşkere kir
 YPG`ê nasnameya lehengên Berxwedana Serdemê eşkere kir
 YPG`ê nasnameya lehengên Berxwedana Serdemê eşkere kir
11 nîsan, 2018   12:25

NAVENAD NÛÇEYAN

Navenda Raghandin û Çapemeniyê YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 12 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kir.

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG`ê hatiye weşand wiha ye:

ʺBerxwedana hêzên me ya li hember hewldana dagirkirina Efrînê ya ji alî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didome. Li gel ku êrîşên qirker û mêtînger ên li dijî gelê me û li pêş çavên hemû hêzên navneteweyî û hemû mirovahiyê 82 rojan li pey xwe hişt, berxwedana lehengî ya hêzên me jî li hember vê didome. Berxwedana ku bi berdêlên mezin tê dayîn mînaka fedakariyeke mezin e. Sembola girêdana bi xak û gel re û herwiha hinceta bilindkirina têkoşînê ye.

Em nasnameyên 12 rêhevalên xwe ên ku di dîrokên cûda de li herêmên cûda yên Kantona Efrînê şehîd bûne bi raya giştî re parve dikin. Ev rêhevalên me li dijî êrîşên qirker yên dewleta dagirker ên li hember destkeftiyên Rojava û Bakûrê Sûrî bi heftiyan di şert û mercên herî dijwar de bûn perçeyek şerê giran, bi her awayî berdêl dan ber çavên xwe û bûn perçeyeke ji têkoşînê. Rihê fedaî û berxwedêriya ku di şexsê van hevalên me de xwe da der, sekna têkoşer û helwesta li dijî dagirkeriyê ya tevgera me careke din îspat kir. Berxwedana Serdemê ya ku di roja îro de hîn berdewam e, dibe navê hewldana layiqbûna mîrateya têkoşînê ya van 12 rêhevalên me. Ev rêhevalên me yên ku di qadên ku tê de bûn berpirsiyartiyên mezin girtin ser milên xwe, yên ku him fermandar û him jî şervanên qadê bûn, yên ku bi her awayî fedakartî raber kirin, bûn rimzên sekna mîlîtanî û wêrekiyê. Ji van rêhevalan Rojhat Gewda yê ku di qada ku lê bû erka koordînekirina şer girt ser milên xwe û weke fermandar tevlî berxwedanê bû. Ji roja yekem ya berxwedanê û vir ve di qadên herî zehmet têkoşîn  meşand, bi sekna mînak û tevlîbûna bêfikar bû yek ji sembolên Berxwedana Serdemê. Heval Rojhat yê ku di hemû qadên Rojava û Bakûrê Sûrî de têkoşîn meşand, li gelek deveran di operasyonên li dijî DAIŞ’ê de bi awayekî aktîf cîhê xwe girt. Heval Rojhat yê ku sekna xwe ya têkoşer û biryardariya xwe yek kêliyek bi tenê winda nekir, di dîroka 4’ê Adarê de li eniya Raco, dema ku weke fermandar di nav pevçûnan de cîhê xwe digirt, şehîd ket.

Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di şexsê ev 12 rêhevalên me yên ku şehîd ketin de hemû lehengên nemir yên Berxwedana Serdemê bi rêzdarî û minnet bibîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bi bîranînên wan re girêdayî bimînin, li mîrateya têkoşîna wan xwedî derkevin û li ser vê bingehê vê berxwedanê heya dawî bidomînin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Asmîn Kardox Goyî

Nav û Paşnav: Rehşan Ûrper

Navê Dayikê: Şarkiye

Navê Bav: Adil

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 15 Adar 2018

*****

Nasnav: Asrîn Cudî

Nav û Paşnav: Leyla Cavlak

Navê Dayikê: Zeynep

Navê Bav: Omer

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / Gundê Miska Jor / 7 Adar 2018

*****

Nasnav: Avesta Cudî

Nav û Paşnav: Halîme Acu

Navê Dayikê: Gulê

Navê Bav: Hecî

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Bilbilê / Gundê Bêlê / 12 Adar 2018

*****

Nasnav: Axîn Viyan Întîqam

Nav û Paşnav: Esra Gûngormûş

Navê Dayikê: Çîgdem

Navê Bav: Abdulrezaq

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Mabeta / 15 Adar 2018

*****

Nasnav: Brusk Tolhildan

Nav û Paşnav: Yûksel Er

Navê Dayikê: Mûzeyyen

Navê Bav: Ramazan

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Gundê Bilîlka / 1 Adar 2018

 

 *****

Nasnav: Ciwan Qamişlo

Nav û Paşnav: Mihemed El Ebasî

 

Navê Bav: Ebdilrehman

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Bilbilê / Gundê Qota / 10 Adar 2018

*****

Nasnav: Destan Ciwana

Nav û Paşnav: Sevgî Denîz

Navê Dayikê: Sûnye

Navê Bav: Turan

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / 26 Sibat 2018

*****

Nasnav: Elî Çîçek

Nav û Paşnav: Musa Koştî

Navê Dayikê: Gulseren

Navê Bav: Ibrahîm

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şêrawa / Gundê Kîmarê / 20 Adar 2018

*****

Nasnav: Herêm Faraşîn

Nav û Paşnav: Nacî Abo

Navê Dayikê: Hayat

Navê Bav: Seîd

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / Gundê Kefersefrê / 10 Adar 2018

*****

Nasnav: Kawa Faraşîn

Nav û Paşnav: Cîhan Ertûş

Navê Dayikê: Sarya

Navê Bav: Selahadîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şera / 4 Adar 2018

*****

Nasnav: Rojhat Gewda

Nav û Paşnav: Fahrettîn Koç

Navê Dayikê: Antîka

Navê Bav: Cumalî

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Gundê Kura / 4 Adar 2018

*****

Nasnav: Xebat Gabar

Nav û Paşnav: Azad Ergîn

Navê Dayikê: Pakîze

Navê Bav: Xalid

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Mabeta / Gundê Bedîna / 1 Adar 2018

(kc)