Derbarê komkirina alîkariyê ji bo Efrînê, rêveberiya Tebqayê daxuyanî da

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê miqdarê alîkariyên ku ji bo şêniyên herêma Efrînê hatine komkirin eşkere kir.

Derbarê komkirina alîkariyê ji bo Efrînê, rêveberiya Tebqayê daxuyanî da
11 nîsan, 2018   12:04

TEBQA

Herêma Efrîn ji 20`ê çileyê ve ji aliyê dewelata Tirk a dagirker û çeteyên rastî êrîşên hovane tê. Di encama êrîşan de bi sedan sivîl şehîd bûn.

Meclîsa bajarê Tebqayê bi armanca destek dayîna şêniyên Efrînê yên ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dev ji warên xe berdan hemleya komkirina alîkariyan destpê kir.

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Hind El-Elî miqdara alîkariyên ku ji bo şêniyên Efrînê hatine komkirin bi daxuyaniyek diyar kir.

Hevserokên komîteyên Meclîsa Rêveber, endamên saziyê sivîl ên herêma Tebqayê beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê zêdeyî 700 sivlî birîndar bûn û zêdeyî 200 hezar kes neçar man ku dev ji warê xwe berdin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku civaka navdewletî rewşa şêniyên Efrînê paş guh kiriye.

Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku 3 mliyon û sed û 30 hezar ji bo şêniyên Efrînê hatine komkirin.

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku di nava alîkariyan de pêwîstiyên tendrûsitî û şîrên zarokan jî  ji bo şêniyên Efrînê hatine komkirin.

Hemleyê komkirina alîkariyê ji bo şêniyên Efrînê li Tebqayê dewam dike.

(bx)

ANHA