Rûsya bersiva gefên Amerîka da

Balyozê Rûsya li Lubnanê Alexander Zasepkin di axaftineke xwe de li gel kendala El-Menar a Lubnanê got ku welatê wî wê bersiva moşêkên Amerikî bide.

Rûsya bersiva gefên Amerîka da
11 nîsan, 2018   12:34

NAVENDA NÛÇEYAN

Balyozê Rûsya li Lubnanê Alexander Zasepkin bersiva daxuyaniya Turmp ku derbeyan li dijî Sûriyê bi kar bîne da û got, "Heger Amerîka û hevkarên wê ji dewletên rojavayî êrîşî Sûriyê bike, welatê wî dê besiva moşêkan bide."

Zasepkin her wiha anî ziman ku hêza Mosko heye ku berisva êrîşan bide û destnîşan kir ku hemleya ku DYA li hemberî welatî wê dike xwedî rengekî stratîjîk e.

Alexander Zasepkin, bal kişand ser civîna sê alî ya di navbera Tirkiyê, Rûsya û Îran û destnîşan kir ku Amerîka û dewletên rojavayî hewl dide ku encamên civînê asteng bikin.

(bb)

ANHA