Li gundewarên Reqayê yekem navenda tendrûsitiyê kete xizmetê

Komîteya Tendrûsitiyê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê li gundên rojavayê Reqayê yekem navenda tendrûsitiyê piştî çend mehan ji sererastkirinê xiste xizmetê.

Li gundewarên Reqayê yekem navenda tendrûsitiyê kete xizmetê
Li gundewarên Reqayê yekem navenda tendrûsitiyê kete xizmetê
Li gundewarên Reqayê yekem navenda tendrûsitiyê kete xizmetê
Li gundewarên Reqayê yekem navenda tendrûsitiyê kete xizmetê
11 nîsan 2018   10:00

REQA

Komîteya Tendrûsitiyê pişt kar û xebatên sererastkirinê ku 6 mehan dewam kir, yekem  navenda tendrûsitiyê ya El-Xatûniya ku li aliyê rojava yê bajarê Reqayê dikeve, xiste xizmeta  şêniyan.

Navenda tendrûsrtiyê li gundê El-Xatûniya xizmeta nêzî 50 gundên derdora xwe jî dike. Navend dermanan bê pere dide nexweşan.

Di vê çarçoveyê de yek ji rêveberên navenda tendrûsitiyê Îbrahîm El-Esed ev tişt anî ziman,"Di navendê de du ode hene, yek ji wan ji bo pêşwazî kirina nexweşan e û ya din jî ji bo ambulansê ye. Her wiha di navendê de dermanxane û erebeyeke ambulansê jî hene. Rojane em nêzî 75 nexweşan pêşwazî dikin."

Îbrahîm diyar kir ku di navendê de tîmeke tendrûsitiyê ji 18 kesan di nav de bijîşk  pêk tê. Her wiha pêwîstiyên destwerdanên lezgîn jî di navendê de hene.

 (bx)

ANHA