Li Newzilandayê bahoza ba..ceyran hate birîn

Îro di saetên serê sibê de bahoza ba li bajarê Okland mezintrîn bajarê Newzilanda xist û di encamê de toreyên ceyranê qut bûn. Hikumetê jî ji niştecihên wê derê xwest ku di malên xwe de bimînin.

Li Newzilandayê bahoza ba..ceyran hate birîn
11 nîsan 2018   09:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Bayê ku bi leza 146 km di saetekê de qut dike,  gelek dar rakir û toreyên ceyranê qut kir. Di encama wê de zêdeyî 100 hezar mal û saziyên bazirganiyê bê ceyran man.

Li gorî şerîketa Vîktor a belavkirina ceyranê, vegera  ceyranê wê çend rojan dewam bike.

Şerîketa balafiran a Newzilendayê jî  ji ber rewşa hewayê ya ne baş, hemû çûn û hatinin xwe rawestandin.

(bx)