‘Êşa gelê Sûriyê yek e’
Têkildarî êrîşa li dijî bajarê Dûma ya Xûtayê, Yek ji serokeşîrên herêma Tebqayê banga yekrêziyê li gelê Sûriyê kir.

XEYŞE MDEWIR / TEBQA
Têkildarî êrîşa li dijî Dûma ya Xûtaya Rojhilat a Şamê ku tê îdîakirin ku çekên kîmawî hatin bikaranîn, Endamê Meclîsa Lihevanînê ya Eşîreyan a herêma Tebqayê Ehmed Ewad El-Hisên ji ajansa me re diyar kir ku "Ev êrîş zarokên me hedef dike. Biryarên navdewletî li ser esasê berjewendiyên derdikevin, gelê Sûriyê ji bo wan ne girîng e."
El-Hisên bal kişand ser siyasetên guhertina demografiya herêmên Sûriyê û li hemberî van siyasetan banga yekrêziyê li gelê Sûriyê kir.
Ehmed Ewad El-Hisên di dawiya axaftina xwe de got îşaret bi Efrîn û Xûta kir û got, "Êşa gelê Sûriyê yek e", her wiha bang li rêxistinên navdewletî kir ku li hemberî êrîşên ne mirovî bêdeng nemîne.
(bb)
ANHA