Sersaxî malbatên cangoriyên Berxwedana Serdemê re hate xwestin

Şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî ji malbatên 3 şervanên ku di encama bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûbûn, xwestin.

10 nîsan, 2018   11:31

QAMIŞLO

Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ji bo 3 şervanên YPG`ê Diyar Osaman (Mûrad Qamişlo), Mihemed El-Ebasî (Ciwan Qamişlo) û Cemal Tolhildan merasîma sersaxiyê organîze kir.

Konê sersaxiyê li ber Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a taxa Enteriyê ya bajarê  Qamişlo hate vedan. Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo û nûnerên saziyên bajarê Qamişlo beşdarî merasîmê bûn.

Konê sersaxiyê bi ala YPJ/YPG, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan hate xemilandin.

Merasîm toreneke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ/YPG`ê ve hate destpêkirin. Paşê, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo Hesen Ebadî, yek ji fermandarên YPG`ê Sîdar Qamişlo, bi navê Meclîsa Asûriyan a bajarê Qamişlo Ekrem Reşîd axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hate gotin ku ji bo avakirina civakeke demokratîk li hember dagirkeriyê şervanan di Berxwedana Serdemê efsaneyên dîrokî nivîsandin.

Her wiha sersaxî ji malbata her sê şehîdan re hate xwestin û ev tişt di axaftinan de hate  gotin, "Şehîdên me ji bo ku parastina ax û gelê Bakurê Sûriyê bikin canê xwe feda kirin."

Her wiha soza şopandina riya şehîdan heta rizgarkirina axa Efrînê û Bakurê Sûriyê hate nûkirin.

Paşê, wesîqetên şehadetê ji aliyê endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Zîwer Şêxmûs ve hate xwendin û radestî malbatên şehîdan hate kirin.

Merasîm bi dirûşme û tilîliyên dayîkan bi dawî bû.

(bx)

ANHA