Li Reqayê projeyên tenduristî tên pêşxistin

Komîteya Tenduristiyê  ya Meclîsa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Rêxistina Rlife ya Sûriyê bi amadekirina jinûva vekirina nexweşxaneya zayîn û zarokan dike, her wiha  hewl didin ku navendeke tenduristî û benka xwînê vebikin.

Li Reqayê projeyên tenduristî tên pêşxistin
Li Reqayê projeyên tenduristî tên pêşxistin
Li Reqayê projeyên tenduristî tên pêşxistin
10 nîsan, 2018   10:50

EMÎNA EL-ELÎ / REQA

Dema ku çeteyên DAIŞ`ê bajarê Reqayê dagir kiribûn hemû sazî û nexweşxane veguhestibûn bargehên xwe yên leşkerî.

Ji ber vê yekê Komîteya Tenduristî ya Meclîsa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Rêxistina Rlife ya Sûriyê hewl didin ku nexweşxaneya zayîn û zarokan jinûve sererast bikin û navendeke tenduristî û benka xwînê jî vebikin .

Di destpêkê de wê hemû bermahiyên şer û mayîn ji nexweşxaneya zayîn û zarokan werin rakirin, paşê wê nexweş were vekirin û pêwîstiyên nexweşxaneyê hemû werin bicihanîn.

Her wiha navendeke tenduristî û benka xwînê bê pere wê li taxa Seyf El-Dewle ya bajarê Reqayê were vekirin.

Di vê çarçoveyê de, Hevserokê Komîteya tenduristî ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Ehmed Îsmaîl ji ajansa me (ANHA) re wiha axivî,"Nexweşxaneya zayîn û zarokan wê were amade kirin û paşê wê were vekirin. Ji hemû aliyan de wê were amade kirin. Navenda tenduristî ya taxa Seyf El-Dewla jî ji 3 qatan pêk tê û wê di rojên pêş de were vekirin."

Ehmed got ku Komîteya tenduristî 135 dermanxane ruxset kiriye û komîteya şopandina firotina dermanan wê were avakirin.

(bx)

ANHA