Zarokên Efrînê lîstokên xwe diafirîn in

Zarokên Efrînê  ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dûrî malên xwe jiyan dikin û lîstokên xwe jî li peyî xwe hîştin. Lê tevî rewşa wan a dijwar, hêviya vegera wan li welatê xwe zindî ye û lîstokan diafirîn in û dema xwe pê derbas dikin.

Zarokên Efrînê lîstokên xwe diafirîn in
Zarokên Efrînê lîstokên xwe diafirîn in
Zarokên Efrînê lîstokên xwe diafirîn in
Zarokên Efrînê lîstokên xwe diafirîn in
10 nîsan, 2018   06:44

ROZANA DADO-FÎDAN EBDULA/EFRÎN

Şer bandorê li pskolojiya zarokan û jiyana wan a rojan e dike. Zarokên Efrînê jî mînakeke ji wan zarokan in. Ji ber bombebaran û topbarana artêşa Tirk bi hezaran welatiyên Efrînê malên xwe terik kirin û berê xwe dan kantona Şehbayê.

Zarokên Efrînê bi cilên li ser xwe ji malên xwe derketin, ji ber tundî û dijwariya bombebaran û topbaranê zarokan lîstokên xwe jî jibîr kirin ku bi xwe re bînin. Mayîna li cihekî û jiyana rutîn gelekî zehemt e ku zarok karibin derbas bikin.

Niha zarokên Efrînê wê mehrûmiyê li warê xwe yê niha li navçeya Şêrawa ne, wê rewşê jiyan dikin. Lê car de jî zarok lîstokên xwe na terikîn in. bi xwe berhem afirandin, bi alavên pir sivik lîstok çêkirine û dema xwe pê derbas dikin. Zarok qutiyên vala kom dikin û dikin lîstokên wekî timrpêlan û pê dilîz in.

Zaroka bi navê Şehd Mihemed a ji pêkhateyên ereb ku di refa sêyem debû li Efrînê derbarê lîstokên xwe de got ku nişkave ew ji ber êrîşên Artêşa Tirk ji lîstokan bê par man û niha di nava zeviyan de xew dikin.

Zaroka bi navê Beri Mihemed jî da zanîn ku wan nikarî lîstokên xwe yên taybet bi xwe re derbixin û da zanîn ku rewşa jiyanî zehmet e û ew nikarin lîstokan bikirin û wiha got, "Lewma me bi alavên sivik  lîstok ji xwe re afirandin."

Zarokê bi navê Cemîl Mihemed jî got ku ji ber topbaran û bombebaranan artêşa Tirk a dagirker wan nekarî tu lîstkokan bi xwe re bînin û wiha got, "Em niha di nava zeviyan de rojane xaniyan wekî lîstok çêdikin û bi wan dilîzin."

(dc)

ANHA