Êzidî û Elewiyên Efrînê ji pêkanîna rêûresmên olî mehrûm man

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku li Efrînê pîrozgehên Êzidî û Elewî xirab kirin û gel neçarî koçberiyê hatin kirin, elewî û êzîdî ji pêkanîna rêûresmên xwe yên olî mehrûm mam.

Êzidî û Elewiyên Efrînê ji pêkanîna rêûresmên olî mehrûm man
Êzidî û Elewiyên Efrînê ji pêkanîna rêûresmên olî mehrûm man
Êzidî û Elewiyên Efrînê ji pêkanîna rêûresmên olî mehrûm man
Êzidî û Elewiyên Efrînê ji pêkanîna rêûresmên olî mehrûm man
Êzidî û Elewiyên Efrînê ji pêkanîna rêûresmên olî mehrûm man
10 nîsan, 2018   05:51

FÎDAN EBDULLAH / EFRÎN

Kantona Efrînê ku bi mozayîka xwe ya pirreng û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan de tê naskirin, ji 20‘ê Çilê yê vê salê rastî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hat. Dagirkeran di êrîşan de teknîka herî pêşketî bi kar anî, sivîl, deverên dîrokî, pîrozgeh, goristan, navendên xizmetguzariyê armanc kir.

Li kantona Efrînê 20 gund ku Êzidî lê jiyan dikin, hene. Li gundên Basûfan, Feqîra, Elî Qîna, Qestel Cindo, Qîbar, Xerzawiyê, Beric Ebdalo, Qetma, Eyn Dara, Tirindê, Sînka, Kefer Zeyt, Îska, Şadîr, Kîmar, Çeqla, Eşka Rojhilat, Bayî, Qeçûma, Qîla û bajarê Cindirêsê derdora 25 hezar Êzidî jiyan dikin.

Li gundên navborî, mezar û pîrozgehên Êzidî hene, ne tenê Êzidî Musliman jî serdana pîrozgehan dikin û rêûresêman pêk tînin. Êzidî û Musliman, şeva în û çarşemê serdana pîrozgehan dikin û dûa dikin.

Li Efrînê, her wiha Elewî jî jiyan dikin, hejmara pir li navenda navçeya Mabata jiyan dikin. Her çiqas hewl hate dayîn ku li hemberî vê gelê siyasetên qirkirina olî were kirin, lê dîsan jî elewiyan bawariya xwe parast û heta niha jî rêûrêsêmên xwe pêk tînin.

Bi dijwariya êrîşên qirkirinê ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê, gundên Êzidî û Elewiyan bû hedef. Di encamê de gundên wan hatin dagirkirin û niştecihên wê yên resen jê hatin derxistin. Çavkaniyên jê bawer diyar kirin ku mezar û pîrozgehên wan hatin xirabkirin.

Elewî û Êzidiyên Efrînê yên niha li Şehbayê li gundên Kefer Nasih, Kefer Naya, Til Rifet, Fafîn û Kampa Berxwedan bi cih bûne. Ji ber tunebûna mezar û pîrozgehan li Şehbayê Êzidî û Elewî ji pêkanîna rêûrisêm xwe yên olî mehrûm mane.

Jina Êzidî Eyşe Seydo derbarê mijarê de dibêje "Hîn me êşa Şengalê jibîr nekiriye, dagirkeriya Tirkiyê li dijî me kiryarên hovane dike. Me li ber xwe dide û parastina xwe dikir lê balafir rehme ne dikir, ji ber vê yekê em hatin Şehba."

Eyşe Seydo bang li rêxistinên mirovî û hiqûqa mafê mirovan kir ku erka xwe bi cih bînin û sînorekî ji dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê re deynin.

Welatiya Elewî ya bi navê Hêvî Silêman destnîşan kir ku piştî ew ji Efrînê derketin û hatin Şehba nikarin rêûresmên xwe yên olî pêk bînin. Hêv Silêman anî ziman ku dagirkeriya Tirkiyê bi navê Islamê siyasetên qirkirina çandî û bawerî pêk bîne."

(bb)

ANHA