Şêniyên Qamişlo: Roja azadiya gelan û Ocalan nêz e

Şêniyên bajarê Qamişlo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û dane zanîn ku roja azadiya gelan û Ocalan nêz e.

Şêniyên Qamişlo: Roja azadiya gelan û Ocalan nêz e
10 nîsan, 2018   05:43

MÛRADA KENDA-EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

Derbarê girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan taybet piştî êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê û qedexekirina TV û radyo li ser wî, şêniyên bajarê Qamişlo ji ajansa me re axîvin.

‘Ji ramanên Ocalan ditirsin’

Emîna Ibrahîm tecrîda giran a li ser Ocalan şermezar kir û ev tişt got,ʺTecrîda li ser Rêber APO ne huquqiye. Ev 19 sal in tecrîdê li ser rêberê me didin meşandin û herî dawî jî radyo û TV ji  serokatî standin. Ev jî diyar dike ku dewleta Tirk  ji ramanên Ocalan ditirse heya û dixwaze têkiliyên serokatî û  gel qût bike. Lê bila zanibe ku fikir û felsefeya Rêber APO di dile me de hatiya çandin.  Dewleta Tirk Serokatî dîl girtiye, lê fikir û ramanên wî di cîhanê de belav dibin.ʺ

Li hemberî tecrîdê 19 sal têkoşîn

Abdulselam Hiseyîn anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bigirankirina tecrîda li ser Rêber APO bi agir dilîzê û wiha pê da çû, “Mirovekî ku daxwaza demokrasî û azadiya jinê dike di nava zindanê de tê girtin,  ev ne di aliyê ol de û ne jî di aliyê huquqî de tê qebûlkirin. Rêber APO li hemberî tecrîdê 19 sal in  têkoşneke pir mezin dide meşandin. Em jî li ser doza têkoşîna Rêber APO dimeşin û tu carî dev ji  serokê xwe bernadin. Bila Erdogan zanibê ku bi mîlyonan însan felsefeya Rêber APO dixwînin.  Dewleta dagirker nikare îradeya me bişkîne.ʺ

Ocalan hêzê dide gelê Kurd

Emina Dilo ku di sala 1996`an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye, destnîşan kir ku Ocalan her tim ji bo yekîtiya gelan têkoşînê kir û têkoşîna xwe dewam dike û wiha dewam kir,ʺ Rêberê  APO hêzê dide gelê Kurd. Dewleta Tirk jî nikare wê hêzê qût bike. Heya dawî yê em bi Rêber APO re ne. Dawiya Erdogan hatiya û roja azadiya gelan û Rêberê APO nêz e.”

(kc)

ANHA