Parlemana Gel li Dêrikê hate vekirin

Rêxistina Lotika Cîhana Nû ya Endizyariyê û Hunerê ya Holendî Salona Kongreyan (Parlemana Gel) li bajarê Dêrikê vekir. Şaredariya Gel bi alîkariya Rêxistina Holendî ji sala 2016'an de dest bi karê wê dikir.

Parlemana Gel li Dêrikê hate vekirin
Parlemana Gel li Dêrikê hate vekirin
Parlemana Gel li Dêrikê hate vekirin
Parlemana Gel li Dêrikê hate vekirin
9 nîsan, 2018   17:34

QAMIŞLO

Rêxistina Lutika Cîhana Nû ya Holengî bi hevkariya Şaredariya Gel a Dêrikê û Desteya Karê Derve ya Kantona Cizîrê di kongreya Cîhana Nû ku bi diruşmeya "Demokrasî bê dewlet" li Rojava hate lidarxistin de destpêkirina xebatên avakirina kongreya Civînan li bajarê Dêrikê ragîhand.Kongir bi ji aliyê Desteya Karê Derve ya Kantona Cizîrê û Rêxistina Cîhana Nû ya Holengî hate lidarxistin. Ekademisyan, Siyasetmedar, hunermend, rojnamaven ji welatên Amarîka, Holanda, Siwêd, Iskendenafiya, Belcîka û hin welatiyên din ên cîhanê beşdar bûn. Nûnerên Emazîx jî beşdarî kongreyê bûn.

Bi beşdarbûna Mudîrê Rêxistina Cîha Nû ya Holendî Yonas Stal û Serokê Desteya Karê Derve ya Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Umer, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, hejmarek endizyarên li se xebatên avakirina wê sekinînin û bi sedan şêniyên Dêrikê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl, merasîma vekirina Parlamantoya gel hate lidarxistin.

Merasîm bi rêzgiritinê destpê kir, paşê Mudîrê Lûtkeya Cîhana Nû Yonas Stal axaftina vekirinê kir. Di destpêka axaftina xwe de vekirina salona civînan li gelên Bakurê Sûriyê û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pîroz kir û got ku wan Rojava yak u nûnertiya azadî û demokrasiyê dike nas kirin û wiha dom kir: "Gelê Bakurê Sûriyê fikr û ramanên xwe ji felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan girtine. Me ev salona civînan ji bo civîna, semîner û herwekî din ên li ser rewşa Bakruê Sûriyê werin lidarxistin. Da ku em dengê we bighîn in parlemantoya Holendî. Ev salon bûye sembolek ji sembolên şoreşa Rojava."

Stal di dawiya axaftina xwe de jî spasiya hemû kesên beşdarî xebatên lêkirina solnê bûn û spasiya Şaredariya Gel a Dêrikê ku derfet ji pêkanîna pirojeyê re vekirin.

 Di berdewma merasîmê de Endama Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîna Osê jî axivî û wiha got: "Lûtika Cîhana Nû xwest dengê gelê Rojava bighîne hemû cîhanê.  Ji ber vê ji destpêka şoreşa Rojava berê xwe dan vir. Wan bi erka xwe ya bedew û cûda hevkariya xwe ya bi şoreşa Rojava re hiştin."

Hevserokên Şaredariya Gel a Dêrikê jî spasiya rêxisitna Holendî kirin û destnîşan kirin ku ew ê ji bo pêşxistina herêmê bi hemû hêza xwe tekoşînê bidin meşandin.

Meraasîm bi stamen Koma Cûdî û xelekên govendê bi dawî bû.

Salona civînan li taxa Şehîd Cûdî ya Dêrikê hatiye çêkirin. Ji dikekê pêk tê û bi awayekî girover hatiye çêkirin, qubeya wê heye, ji aliyê endizyarên Holendî hatiye amdekirin. Li pêşiya wê jî parkek mezin hatiye çêkirin, navê wê jî kirin "Parlemanta Gel" bi al û sembolên gelê Bakruê sûriyê hate xemilandin.

(dc)

ANHA