Alîkarî li kampa Berxwedan hate belavkirin

Heyva Sor a Kurd û bi alîkariya Rêveberiya Kampa Berxwedan  110 parên alîkariyan li koçberên di kampê de belav kir.

Alîkarî li kampa Berxwedan hate belavkirin
9 nîsan, 2018   17:08

ŞEHBA

Rêxistina Heyva Sor a Kurd û bi alîkariya Rêveberiya Kampa Berxwedan 110 parên alîkariyê li welatiyên Efrînê yên di kampê bi cih bûne, belav kir.

Alîkariyên hatin belavkirin ji madeyên xwarinê wekî şekir, konsirwa, rûn û nîskan pêk hat.

Ji ber êrîşa Artêşa Tirk û çeteyê wê bi hezaran welatiyên Efrîn neçar bûn ji malên xwe derkevin û li kantona Şehbayê bi cih bûn, da ku xwe ji komkujiyan biparêz in.

Heta niha jî rêxistinên navdewletî tu alîkarî bi welatiyên Efrînê yên di kampê de dimîn in belav nekiriye, Heyva Sor a Kurd û şêniyên Bakurê Sûiry li gorî derfetên xwe alîkariya welatiyan dikin.

(dc)

ANHA