Li Idlibê teqîn: 23 mirî û 35 birîndar

Li Idliba ku di bin dagirkirina çeteyên Cehbet El-Nusra de ye, di avahiyekê de teqîn pêk hat. Di encamê de 23 hatin kuştin û 35 birîndar bûn.

 Li Idlibê teqîn: 23 mirî û 35 birîndar
9 nîsan, 2018   20:15

NAVENDA NÛÇEYAN

Li parêzgeha Idlibê di avahiyek mezin a sivîl de teqîn pêk hat. Di encamê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Heta niha sedema teqînê hîn ne hatiye zanîn. Çavkaniyên herêmî ragîhanin ku di encama teqînê de wekî encama destpêkê 23 kes hatin kuştin û 35 birîndar bûn, rewşa hin ji birîndaran girane û ihtîmala ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.

Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku di nava kuştiyan de çekdar û sivîl jî hene û hate gotin ku teqîn ji ber êrîşa bi tirmpêla bombebarkirî pêk hatiye.

Saziyên çapemeniyê diyar kirin ku teqîn li nêzî buroya koma navê "Ehfad El-Qoqaz" li xwe dike.

(dc)