KNK'ê li dijî gefên dewlet Tirk piştgirî da Şengalê

Şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê serdana Rêveberiya Demokratîk a Şengalê kir û diyar kir ku ew li dijî gefên dewleta Tirk li gel Şengalê ne û dane zanîn ku ew ê hewl bidin dengê gelê Şengalê bighîn in civaka navdewletî.

KNK'ê li dijî gefên dewlet Tirk piştgirî da Şengalê
9 nîsan, 2018   17:02

ŞENGAL

Şandeyek ji Kongreya Netewî ya Kurdistanê îro di saetên piştî nîvro serdana Şengalê kir, da ku rewşa ewlekarî û civakî ya li herêmê bişopîne. Bi taybet piştî gefên dewleta Tirk ên bi behaneya hebûna gêrîlayên HPG ew ê êrîşî Şengalê bikin.

Şande ji 25 kesayetên ku ji partiya Kumenîst, Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Partiya Kedkaran, Eniya Demokratîk a Gelan , melcîsa Gel a Kampa Şehîd Rustem Cûdî "Mexmûr" û pêşmergeyên kevin pêk hat.

Li navenda Rêveberiya Demokratîk a Şengalê, Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Heco û Hisên Hecî, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Şengalê Zehra Silêman û endamên Partiya Azadî û Demokratîk a Êzîdiyan pêşwaziya şandeyê kir.

Di destpêka serdanê de Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê Qehtan Elî bixêrhatina mêvanan kir û destnîşan kir ku welatiyên êzîdî 74 caran rastî fermanan hatine û got ku niha jî ew ê bersiva êrîşa muhtemel a dewleta Tirk ku welatiyên êzîdî û rêveberiya xweser a Şengalê bidin.

Elî di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku rewşa herî û bi taybet di dema gefên dewleta Tirk a li ser her çar parçeyên Kurdistanê pêwîstî bi lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê heye.

Li ser navê Şandeyê jî Şukran Mihemed Emîn axivî û di destpêka axaftina xwe de gefên artêşa Tirk a li ser Şengalê şermezar kir û destnîşan kir ku ew ê bi hemû hêza xwe li kêleka gelê Şengalê bin û ev tişt anî ziman: "Gelê Şengalê bi xwe rêveberiya xwe dikin, her wiha ji bo pêkanîna fikrê demokratîk xebat dikin. Divê hemû bajarên Îraqê û Başûrê Kurdistanî jî mafê hemû kêmnetewan biparêz in. Em ê jî kar bikin da ku em dengê gelê Şengalê bighîn in civaka navdewletî, em ê dengê hemû êzîdiyên hemû cîhanê bighîn in cîhanê."

Tê payîn ku sibe şande serdana saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên li bajaroka Xanesor bikin.

(dc)

ANHA