Yekem dewreya Hêzên Hawarî li Tebqa bidawî bû

Akademiya "Şehîd Mûsa El-Ehmed" a Hêzên Ewlekariya Hundrîn a herêma Tebqayê yekem dewreya Hêzên Hawarî bi navê "Dewereya Şehîd Ûsama El-Mehmûd" bidawî kir.

Yekem dewreya Hêzên Hawarî li Tebqa bidawî bû
Yekem dewreya Hêzên Hawarî li Tebqa bidawî bû
Yekem dewreya Hêzên Hawarî li Tebqa bidawî bû
Yekem dewreya Hêzên Hawarî li Tebqa bidawî bû
Yekem dewreya Hêzên Hawarî li Tebqa bidawî bû
9 nîsan, 2018   09:18

TEBQA

Dewerya perwerdeyê bi tevlîbûna 95 endamên ku erka wan a sereke parastina ewlekariyê ye û pirsgirêkan bi awayekî lez çareser bikin, hate destpêkirin. Dewreya perwrdeyê du mehan û nîvan dewam kir. Di dewreyê de dersên birdozî, leşkerî û rêveberiyê hatin dayîn.

Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a herêma Tebqayê Rewşen Hemê, Hevserokên Komîteya Hundirîn Mezlûm Umer û Kefa Sencar û her wiha bi dehan endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî merasîma bidawîkirina dewereyê bûn.

Mersaîma bidawî kirina dewreyê bi rêzgirtin destpê kir. Her wiha endamên ku tevlî dewereya perewrdeyê bûne toreneke leşkerî lidar xistin. Paşê, Rewşen Hemê axivî û bidawîkirina yekem dewereya Hêzên Hawarî li hemû endamên ku tevlî dewreyê bûne pîroz kir û got ku pêwîste li gorî berpirsyariyê bin.

Ji aliyê xwe ve, Hevserokê Komîteya Hundrîn a herêma Tebqayê Mezlûm Umer axivî û şehîd Ûsama El-Mehmûd bi bîr anî û ev tişt got "Şehîd Ûsama El-Mehmûd ê ku ji bo azadî û rizgarkirina welatê xwe canê xwe feda kir, pêwîst hun weke Hêzên Hawarî xwedî li keda wî derkevin û erka xwe li hember bajarê xwe pêk bînin."

Her wiha Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundrîn a Reqayê Îskender Îsa tekez kir ku ew ê ji bo aramî û ewlehiya herêmê şopdarên riya şehîdên xwe bin.

Yek ji rêveberên Hêzên Hawarî yên Bakurê Sûriyê Şiyar Henûş bidawîkirina dewreyê li hemû gelê herêma Tebqayê pîroz kir û got ku ev dewre li herêma Tebqayê serkeftineke pir mezin e.

Henûş tekez kir ku wê dewreyên perwerdeyê yên bi vî awayî di demên pêşde werin vekirin.

Di dawiyê de endamên ku tevlî dewreya perwerdeyê bûne soz dan û bawername ji aliyê Komîteya Hundrîn û Rêveberiya Tîmên Ambulans û Awarte ve wergiritn.

Hêjaye gotinê ku şehîd Ûsama El-Mehmûd beriya du mehan li bajarê Tebqayê şehîd bûye.

(bx)

ANHA