Bi dewreyên perwedeyê dixwazin zanebûna xwe zêde bikin

Hejmara jinên ku navê xwe ji bo dewreya perwedeyê ya Mala Jinê ya Navçeya Eyn Îsa qeyd dikin, zêde dibe. Armanca perwedeyê ew e ku jin bibin xwedî tecurbe û ji zihniyeta koletiyê ku di dema DAIŞ'ê de li ser wan hatibû ferizkirin xilas bibin.

Bi dewreyên perwedeyê dixwazin zanebûna xwe zêde bikin
Bi dewreyên perwedeyê dixwazin zanebûna xwe zêde bikin
Bi dewreyên perwedeyê dixwazin zanebûna xwe zêde bikin
Bi dewreyên perwedeyê dixwazin zanebûna xwe zêde bikin
Bi dewreyên perwedeyê dixwazin zanebûna xwe zêde bikin
9 nîsan, 2018   09:03

TIRKÎ EL-KALIT/GIRÊ SPÎ

Di encama xebata berfireh ku Mala Jin a Navçeya Eyn Îsa de pêk tînin, hejmarek zêde ya jinên herêmê berê xwe didin navendê û ji bo tevlî dewreyên pewedeyê ku têne vekirin bibin, navên xwe qeyd dikin. Jin dibêjin ku bi armanca ew sûd ji dewreya bibînin tevlî perwerdeyan dibin. Dewre li ser kompiyûter û nivîs û xwendinê ji jinan re têne vekirin.

Jin bi baweriya ku rola xwe di avakirina civaka saxlem de bigire, tevlî dewreyên perwerdeyê dibin. Di her dewreyeke perwedeyê de 12 jin kom dibin û Ii gorî wê derfeta zanebûna ji wan re tê vekirin.

Endama Rêveberiya Perwerdeyê Firyal Kobo destnîşan kir ku cara yekemîn e di dîroka herêmê de ku dewreyên bi vî rengî têne vekirin û got ku pêwîstiya jinên navçeya Eyn Îsa bi perwerdeyên bi wî rengî hene û bi taybet ji ber hejmara jinên herêmê yên nizanin bixwînin û binivîsin pir zêde ye.

Jina ku tevlî dewreyê xwendin û nivîsandinê bû ye Samiya Îsa jî kêfxweşiya xwe anî ziman ku ew fêrî xwendin û nivîsandinê dibe.

Jina bi navê Fatma Ehmed jî got ku dema wê bihîst ku dewre têne vekirin wê serdana navendê kir da ku fêrî kopiyûter bibe û da zanî ku di jiyana mirovan de bikaranîna wê gelekî giran bû ye.

(dc)

ANHA