Mijarên sereke yên rojnameyên Erebî…

Rojnameyên Erebî bal kişandin ser helwestên navdewletî yên derbarê êrîşa kîmawî li ser Dûma, lihevkirina di navbera Rûsya û çeteyên Ceyş El-Islam de ji bo derketina ji Dûma ber bi Cerablusê ve, daxwaza serokê parlamentoya Iraqê ya hevkariya artêş û Pêşmerge û pêşveçûnên li Yemenê.

Mijarên sereke yên rojnameyên Erebî…
9 nîsan, 2018   09:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî di weşanên xwe yên îro de giranî dane êrîşa kîmawî ya li dijî Dûmayê û helwestên navdewletî derbarê wê de, her wiha  Rûsya û Ceyş El-Islam li ser derketina çeteyan ji Dûma ber bi Cerablusê li hev dikin û têkiliyên navbera Bexda û Hewlêr û rewşa Yemenê.

Êrîşa kîmawî li dijî Dûma û Konseya Ewlekariyê îro dicive

Rojnameyên Erebî yên ku vê sibehê derketine bal kişandin ser êrîşa bi çekên kîmawî ya li dijî Dûma û helwestên navdewletî yên ku derketine. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê "Kîmawî cîhan hejnad û Konseya Ewlekariyê îro dicive" weşand. Di nûçeyê de wiha tê gotin "Raporên derbarê bi karanîna xazên jehrê ku roja şemî li dijî bajaroka Dûma ya Xûtaya Rojhilat pêk hatibû rastî nerazîbûneke navdewletî  hat, hêzên rêjîma Sûriyê bi vê êrîşî hate tuhmetbarkirin."

Rojnameyê ji doplomasyên dane zanîn ku "Tê payîn ku dê Konseya Ewlekariyê li ser daxwaza Amerîka û piraniya  endaman, îro danê piştî nîvro bicive û mijara êrîşa kîmawî li Sûriyê nîqaş bikin."

Trump: Esed dê berdêlên giran bide

Rojnameya El-Heyat derbarê heman mijarê de, nivîseke bi sernavê "Piştî kîmawî tê texmînkirin ku di navbera rojava û Rûsya de nakokî derkevin û Trump soz dide ku El-Esed dê berdêlên giran bide" weşand. Di nivîsê de wiha tê gotin "Piştî êrîşa kîmawî ya li ser Dûmayê, dixuyaye ku dê nakokiyên nû di navbera rojavayî û Rûsyayê de derkeve. Serokê Amerîka  Donald Trump got ku Serokê Sûriyê Beşar El-Esed dê berdêlên giran bide û berpirsyariya vê yekê girt ser Rûsya û Moskê, di heman demê de Mosko hişyariya  encamên ne baş kir ku heger destwerdana devre di Sûriyê de were kirin."

Rûsya û çeteyên Ceyş El-Islam li hev dikin

Rojnameyan behsa danûstandinên di navbera çeteyên Ceyş El-Islam û Rûsya derbarê Dûma de, li ser vê yekê Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê "Ceyş El-Islam ber bi bakur ve.. Dûma di bin parastina Rûsya de ye" avêt. Di nivîsê de hat gotin "Rûsya û Ceyş El-Islam gihiştin lihevkirinekê ku çekdarên Ceyş El-Islam çekên xwe teslîm bikin û kesên li Xûtaya Rojhilat hevkirinê qebûl nekin dê werin derxistin."

Koalîsyon qeweta xwe li Minbicê xurt dike

Girêdayî hebûna hêzên Amerîkî li Bakurê Sûriyê, Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê "Koalîsyona Navdewletî cihê xwe li Minbicê xurt dike" weşand. Nivîsê xwe spart Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê got " Balafirên girêdayî Koalîsyona Navdewletî li ser herêma Minbicê digerin. Di heman demê de şandeyek ji welatên rojavayî derbasî bajar bûn. Hêzên Koalîsyonê li herêmên germ ên Minbicê yê rojavayê Çem Firatê qeweta xwe zêde dibe. Çavkaniyan ji çavdêriyê re diyar kir ku leşkerên girêdayî koalîsyonê tevlî alavên xwe li herêmê bi cih bikin."

El-Cibûrî banga hevkariyê di navbera artêş û Pêşmerge de dike

Derbarê rewşa Iraqê, Rojnameya El-Qudis El-Erebî nûçeyek bi sernavê "El-Cibûrî derbarê herêmên bi aloz banga hevkariyê di navbera artêş û Pêşmerge dike" weşand.

Rojnameya El-Heyat jî sernavê " Hilbijartin û nakokiyên Bexda û Hewlêr mijara danûstandinên El-Cibûrî û Neçîrvan Barzanî bûn" weşand. Di nûçeyê de wiha hate gotin "Serokê Parlementoya Iraqê Selîm El-Cibûrî û Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî duh civiyan û mijarên hilbijartinan, nakokiyên Bexda û Hewlêr  nîqaş kirin. Danûstandinên di navbera hikûmeta federal û hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo bichkirina hêzên Pêşmerge li Kerkûkê û herêmên bi aloz didome."

Çekdarên Hûsî di metirsiya ku bargeha wan bikevin de ne

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset behsa pêşveçûnên li Yemenê, nûçeyek bi sernavê "Di mijara pêşveçûnên artêşa Yemenê de Hûsî di tirsê de ne û Qebîle jî bi hêrsin" weşand.

Di nivîsê de wiha hate gotin "Pêşdeçûnên artêşa Yemenê ku destekê ji koalîsyonê digire li eniya parêzgeha Sade ji bo serkêşê koma Hûsiyan cihê tirsê ye. Çavkaniyan leşkerî yên ji qebîleyan diyar kirin ku koma ku desteka xwe ji Îranê digire Ebdulmelik El-Hûsî, bi dehan fermandarên xwe yên ji niştecihên Sadayê  kom kirin û civîneke ji wan re çêkirin. Civîn ji bo televizyonan hate şopandin. Di civînê de behsa xeteriya hilweşandina bargeha komê ji aliyê hêzên artêşa Yemenê ve hate kirin, bi taybet piştî derbeyên ku milîsên wê li hemberî pêşveçûnên bi lez li eniyên şer xwarin."

Dozgeriya giştî soza cezakirina Israîl da

Ji rojnameyên behsa rewşa Filistînê bi taybet, meşên vegerê, Rojnameya El-Qudis El-Erebî  nûçeyek bi sernavê "Dozgeriya navdewletî soza cezakirina Israîl li gorî itîfaqa Roma da" weşand, di nûçeyê de got" Dozgeriya navdewletî derbarê sucên li dijî sivîlan li Xezayê, roja yekşemê, soza cenzakirina Israîl li gorî peymana Roma da."

(bb)

ANHA