Cangoriyên Berxwredana Serdemê li Şamê hatin bi bîranîn

Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şam bi merasîmekê 8 şehîdên Berxwredana Serdemê bi bîr anîn.

Cangoriyên Berxwredana Serdemê li Şamê hatin bi bîranîn
Cangoriyên Berxwredana Serdemê li Şamê hatin bi bîranîn
Cangoriyên Berxwredana Serdemê li Şamê hatin bi bîranîn
8 nîsan, 2018   12:35

ŞAM

Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Zorava ya paytexa Sûriyê Şam ji bo bîranîna şervana YPJ‘ê Cûdî Şengal, endamên Hêzên Asayîşê Hemze Umer û Fethî Rifet Sydo, şervanê Hêzên Antî Teror Orhan Horo û şervanên YPG‘ê Qehreman Cûdî, Cîhad Zorava, Delîl Zîlan û Karker Andok ên di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûn, merasîmek organîze kir.

Bi dehan şêniyên taxê, tevlî malbatên şehîdan beşdarî merasîmê bûn.

Cihê merasîmê bi wêneyên pakrewanan, sembolên Kurdî, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatinbû xemilandin.

Merasîm bi rêzgirtin hate destpêkirin. Paşê nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Meclîsa Malbatên Şehîdan, Meclîsa taxa Zorava û Kongreya Star axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên her 8 şehîdan re hate xwestin û soza şopandina riya şehîdan hate dayîn.

Kesên axivîne gotin ku bi saya tekoşîn û berxwedana şehîdan gelê Bakurê Sûriyê gelek destkeftî bi dest xistin.

Di merasîmê de, bavê şehîd Cîhad Zorava axivî û soza şopandina riya kurê xwe da û got ku ew tu carî ji xeta şehîdên xwe venagerin.

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(bx)

ANHA