Artêşa Misir: 3 terorîstên herî bi xeter hatin kuştin û hejmarek din hatin girtin

Artêşa Misir ragihand ku hêzên wan di çarçoveya operasyona leşkerî li Sîna de 3 terorîstên bi xeter hatin kuştin û 2 kes hatin girtin.

Artêşa Misir: 3 terorîstên herî bi xeter hatin kuştin û hejmarek din hatin girtin
8 nîsan, 2018   12:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Misir derbarê operasyona Sîna daxuyaniya hejmara 18 da, di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên hevbeş ên operasyonê 46 erebeyên terorîstsan îmha kirin û hejmarek bargehên wan hedef kirin, her wiha miqdarek çek û cebilxane û alavên peywendiyan desteser kirin.

Artêşa Misir, diyar kir ku 386 bargehên terorîstan ku tê de 16 bombeyên destan, alavên peywendiyan, 114 motosêklet hatin dîtin, hatin rûxandin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku endizyarên leşkerî 30 bombe ku li herêmên operasyonê hatibûn bicih kirin dîtin û bê bandor kirin.