Mergeda ji bermahiyên çeteyên DAIŞ paqij dibe

Ciwanên bajaroka Mergeda nivîsên ku çeteyên DAIŞ‘ê li ser dîwaran nivisandibûn rakirin.

Mergeda ji bermahiyên çeteyên DAIŞ paqij dibe
8 nîsan, 2018   12:55

HESEKÊ

Çeteyên DAIŞ‘ê li herêmên ku dagirkiribûn, dirûşmeyên ku propogendeya çeteyan dike, li ser dîwaran nivîsandibû.

Bajaroka Mergeda ya girêdayî navçeya Şedadê ya herêma Hesekê demekê di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ‘ê de mabû.

Çeteyan li vir, li ser dîwaran dirûşmeyên ku propogendaya DAIŞ dike li ser dîwaran nivîsandibûn, dixwestin bi vê yekê ciwan û zarokan nêzî xwe bikin.

Ciwanên bajaroka Mergeda bi armanca ku bermahiyên DAIŞ‘ê nemînin, dest bi rakirina nivîsên ku DAIŞ li ser dîwaran nivîsandibûn kirin.

Ciwnan di vê çarçoveyê de, bi boyaxê hemû nivîs û dirûşmeyên DAIŞ‘ê rakirin.

Şervanên QSD‘ê  bajaroka Mergeda di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de rizgar kirin.

(bb)

ANHA