Zarokên şehîdên Minbicê hatin xelatkirin

Saziya Malbatên Şehîdan bi hevkariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Komîtya Çand û Hunerê şahiyek lidar xistin û zarokên şehîdan xelat kirin.

Zarokên şehîdên Minbicê hatin xelatkirin
Zarokên şehîdên Minbicê hatin xelatkirin
Zarokên şehîdên Minbicê hatin xelatkirin
Zarokên şehîdên Minbicê hatin xelatkirin
Zarokên şehîdên Minbicê hatin xelatkirin
Zarokên şehîdên Minbicê hatin xelatkirin
Zarokên şehîdên Minbicê hatin xelatkirin
Zarokên şehîdên Minbicê hatin xelatkirin
8 nîsan, 2018   11:39

MINBIC

Şahî li salona El-Beraîm a rojavayê bajarê Minbicê hate lidarxistin. Salona şahiyê bi wêneyên şehîdan û ala Saziya Malbatên Şehîdan hate xemilandin. 

Hevserokên Meclîsa Zagonsaz Farûq El-Maşî, Nezîf Xelo, Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan, fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û bi dehan zarok û malbatên şehîdan beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi rêzgitin destpê kir. Paşê, Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Xanim Îbrahîm axivî û di axaftina xwe de tekez kir ku zarok nivşên pêşerojê ne ji ber vê yekê pêwîste ew xwedî li wan derkevin û wiha pêde çû,"Pêwîste em girîngiyê bidin zarokên xwe ji bo ku karibin di rojên pêşde li gorî berpirsiyariyê bin û parastina axa welatên xwe bikin."

Her wiha Xanim got ku şehîdên wan ji bo ku axa welatê xwe û gelê xwe rizgar bikin canê xwe feda kirin ji ber vê yekê xwedî derketina li keda wan erka wan e û ev tişt got "Şehîdên me pêşeroja welatekî azad ronî dikin."

Paşê zaroka bi navê Hezar El-Hesen keça şehîd Xelîl El-Hesen axivî û ev tişt anî zimanʺ "Şoreşgerên Minibicê ji bo me cihê şehnaziyê ne. Bajarê Minbicê bi xwîna şehîdan hate avdan û zarokên Minbicê jî wê li ser  rêya şehîdan bimeşin.ʺ

Paşê Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Farûq El-Maş wiha axivî "Şehîdên me efsaneyên lehengiyê nivîsandin. Şehîdên me roniya riya me ne. Em bi rêzgritn li hember hemû dayik û hejînên şehîdan bejna xwe ditewînin."

Her wiha di şahiyê de Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil axivî û got "Bi saya şehîdan bajarê Minbicê ji çeteyan rizgar bû."

Ebû Adil tekez kir ku ew ê heta dawiyê li hember hemû êrîşên dagirkeran li ber xwe bidin û tu carî derfet nadin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku derbasî xaka Minbicê bibin.

Paşê Endama Meclîsa Jin a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê Hêvîn Mihemed û zaroka bi navê Rîman El-Îdo stran gotin û her wiha koma Eciyal El-Musteqbel dîlanên filoklorî pêşkeş kirin.

Di dawiyê de xelat li zarokên şehîdan hatin belavkirin.

(bx)

ANHA