Ji zarokên Tebqa ji bo zarokên Efrîn û Xûta: Em bi we re ne

Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê bi hevkariya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê bi dirûşmeya "Ji zarokên Tebqa ji bo zarokên Efrînê û Xûtayê, em bi we re ne" pêşengehek vekir.

Ji zarokên Tebqa ji bo zarokên Efrîn û Xûta: Em bi we re ne
Ji zarokên Tebqa ji bo zarokên Efrîn û Xûta: Em bi we re ne
Ji zarokên Tebqa ji bo zarokên Efrîn û Xûta: Em bi we re ne
Ji zarokên Tebqa ji bo zarokên Efrîn û Xûta: Em bi we re ne
8 nîsan, 2018   11:20

TEBQA

Pêşengeh bi beşdarbûna zarokan ên ji 16 dibistanên seretayî yên herêma Tebqayê li dibistana Fayiz Mensûr hate vekirin.

Di pêşengehê de wênexêzên zarokan, berhemên ku bi destên wan hatin çêkirin hatin pêşkêşkirin.

Beriya pêşengeh were vekirin daxuyaniyek ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê hate xwendin.

Paşê jî, zarokên dibistanê dîlan pêşkêş kirin.

Her wiha şanoyek ji aliyê endamên Komîteya Çand û Hunerê şanoyek pêşkêş kir.

Pêşengeh bi armanca piştgiriya bi zarokên Efrîn û Xûta yên ku ji ber şer ji mafê xwendinê mehrûm mane, her wiha ji bo pêşxistina afrînerên zarokên hate vekirin.

(bb)

ANHA