Daxwaz û rexneyên gelê Reqayê hene

Şêniyên Reqayê ji Meclîsa Sivîl a Reqaê daxwaz kirin ku derfetên kar ji wan re peyda bikin û gotin ku ew dixwazin malên xwe bi keda xwe ava bikin. Welatiyan her wiha xizmetên saziyên erkdar rexne kirin û destnîşan kirin ku pirsgirêka kombûna çopê hîn nehatiye çareser kirin.

Daxwaz û rexneyên gelê Reqayê hene
Daxwaz û rexneyên gelê Reqayê hene
Daxwaz û rexneyên gelê Reqayê hene
Daxwaz û rexneyên gelê Reqayê hene
Daxwaz û rexneyên gelê Reqayê hene
Daxwaz û rexneyên gelê Reqayê hene
Daxwaz û rexneyên gelê Reqayê hene
Daxwaz û rexneyên gelê Reqayê hene
Daxwaz û rexneyên gelê Reqayê hene
Daxwaz û rexneyên gelê Reqayê hene
8 nîsan, 2018   08:20

EMÎNA EL-ELÎ / REQA

Welatiyên Reqayê yên vedigerin bajarê xwe diyar kirin ku xizmetên têne kirin ji bo 140 hezar welatiyên vegeriyane kêm e. Welatiyan rexne li saziyên têkildar kirin û daxwaz kirin ku xebatên xizmetguzariyê hîn baştir pêk werin.

Meclîsa Sivîla Reqayê di xebatên jinûve avakirina bajar û rakirina bendên ku çeteyên DAIŞ'ê li ser riya danîbûn, her wiha temîrkirina tureya ceyranê û avê pêk tên. Hevserokê Meclîsa Sivîla  Reqyaê destnîşan kir ku ew bi hemû hêza xwe kar dikin lê ji ber derfetên kêm ew nikarin hemû daxwazên welatiyan zû pêk bîn in.

Şêniyên taxên Meşleb û Rimêliyê yekem taxên ku welatiyên Reqayê vegeriyan ê. Piştî rizgarkirina Bajar ji çeteyên DAIŞ'ê hêzên QSD'ê rêda welatiyên herdû taxan ku vegerin malên xwe. Şaredariya gel demil dest ji bo jiyan li Reqayê asayî bibe li van taxan dest bi rakirina bendên ji axê kir û bermahiyên din ên çeteyên DAIŞ'ê kir.

Welatiyê bi navê Mihemed El-Hamid ê ji taxa Rimlê destnîşan ki ku hîn jî şêniyên taxên Meşleb û Rimêliye gelek kêmasiyên xizmetguzarî jiyan dikin. Çop li her derê belaveye, av û ceyran qut û wiha dom kir: "Me di koçberiyê de gelek zehmetî jiyan kir. Niha jî em di nava çopê de ne, gelek kêmasî hene. Bi hatina demsala havînê re germa zêde dibe, ev yek nayê qebûl kirin, wê bîn li derdorê belav bibe. Ev jî wê bibe encama belavbûna nexweşiya di nava welatiyan de."

WElatiyê bi navê Hemed Şeban ê ji taxa Tekene jî destnîşan kir ku gelek kêmasiyên wan hene û ji aliyên têkildar daxwaz kir ku di warê xizmetguzariyê de gavan bavêjin.

Hevserokê Meclîsa Sivîl a reqayê Ebdulhamid El-Mihbaş derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku dema ew hatin Reqa bajarekî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû ruxandin û wiha dom kir: "Welatî zû vegeriyan bajar. Welatî niha di taxên Meşleb, Rimêla, Diriye, Hîşam bin Ebdulmelek û Tekene hene. Me ji wan re xizmetên pêydakirina avê pêk anî, her wiha navendên tenduristiyê hatine vekirin û ceyran tê dayîn, hemû zixmet ji bê pere pêk tê. Lê tevî vê yekî jî xizmetên têne kirin, kêm diyar dikin."

El-Mihbaş, her wiha da zanîn ku di demeke nêzîk de ewê li taxa Ferdos navendeke tenduristî vebikin û got ku ew ê hewl bidin di demeke nêzî de kêmasiyan derbas bikin.

(dc)

ANHA