Koçberên Kampa Ebû Xeşeb di rewşeke zehmet de jiyan dikin

Zarokên koçber ên di kampa Ebû Xeşeb a Dêrazorê de dimînin de rewşa wan a xwarinê gelekî xirabe. Rêveberiya kampê destnîşan kir ku 70 ji sedî ji zarokên di kampê de ne kêmxwariniyê jiyan dikin. Di kampê de şîr û nan pir kêm e û bi zehmetî têne peydakirin.

Koçberên Kampa Ebû Xeşeb di rewşeke zehmet de jiyan dikin
Koçberên Kampa Ebû Xeşeb di rewşeke zehmet de jiyan dikin
Koçberên Kampa Ebû Xeşeb di rewşeke zehmet de jiyan dikin
Koçberên Kampa Ebû Xeşeb di rewşeke zehmet de jiyan dikin
Koçberên Kampa Ebû Xeşeb di rewşeke zehmet de jiyan dikin
Koçberên Kampa Ebû Xeşeb di rewşeke zehmet de jiyan dikin
8 nîsan, 2018   08:00

FÎRAS TEYAWÎ / DÊRAZOR

Rewşa koçberan li kampa Ebû Xeşeb a herêma Dêrazorê gelekî zehmet e. Saziyên alîkariyên mirovî alîkariyan pêşkêş nakin û nan û şîr pir kêm e, koçber nikarin peyda bikin.

Ajansa me ji bo rewşa koçberên di kampê de ji nêz ve bişopîne berê xwe da kampê û bi rêveberiya kampê û koçbera re hevdîtin pêk anî. Herdû aliyan jî destnîşan kirin ku pêwîstiyên jiyanî û alîkarî gelekî kêm têne peydakirin û ev yekê rewşa wan a jiyanî zehmet kiriye.

Koçberê bi navê Ehmed El-Xalid ê ji bajarê Dêrazorê ye derbarê rewşê de wiha got: "Jiyana me di kampê de pir zehmet e. nexweşiya leşmaniya di nava zarok û bapîran de belav bû ye. Ti rêxistin alîkariyan pêşkêş nakin. Di heman demê de zarokên me ji mafê xwe yê perwedeyê bê par mane."

El-Xalid, her wiha destnîşan kir ku bi hatina demsala havînê re rewşa wan hîn zehmetir dibe û wiha dom kir: "Kon têra me nakin. Her deh kes di bin konekî de jiyan dikin, em daxwaz dikin ku hejmara konan were zêdekirin. Di heman demê de dermanên vedana mar û dolpiyan jî pêwîste. "

Endamê Rêveber ê Kampê Sedan El-Ebûd jî derbarê mijarê de wiha got: "Rewşa kampê pir zehmet e. Koçber kêmbûna xizmetan gazinc dikin, rêxistinên alîkariyan erka xwe pêk nayînin û alîkariya koçberan nakin. Kon kêm in, hejmara koçberan zêde ye. Konên heyî têra hejmara zêde ya koçberan nake."

El-Ebûd, her wiha destnîşan kir ku derman û xwarin ji zarokan re pêwîstin û wiha dom kir: "Tevî ku Heyva Sor a Kurd alîkariyan pêşkêş dike, lê derfetên wan kêm in û têra koçberan nake."

El-Ebûd di dawiya axaftina xwe de jî destnîşan kir ku rewşa mirovî ya koçberan pir dijwar e û wiha pê de çû: "Ji sedî 70 zarokên di kampê de kêmxwariniyê jiyan dikin. Şîr û nan nayê peydakirin. Banga me ji rêxistinên mirovî re ku alîkariya me bidin da ku parastina zarokan bikin."

Piraniya koçberên di kampa Ebû Xeşeb de dimînin ji ber rêjîma Sûriyê û DAIŞ'ê koçber bûne û hatine cihên bi ewle yên hêzên QSD'ê rizgar kirine.

Kampa Ebû Xeşeb li gundê Ebû Xeşeb a Dêrazorê hatiye vekirin. Di kampê de hezar û 500 koçber hene. Kamp di 13'ê cotmeha 2017'an de hate vekirin.

(dc)

ANHA