YPG/YPJ`ê li çeteyên Erdogan xist: 3 çete hatin kuştin

Şervanên YPG û YPJ`ê li dijî çeteyên dewleta Tirk li derdora Kela Nebî Hûrî ya Şera çalakiyek lidar xistin. Di encamê de 3 çete hatin kuştin, herî kêm 2 çete jî birîndar bûn.

YPG/YPJ`ê li çeteyên Erdogan xist: 3 çete hatin kuştin
8 nîsan, 2018   09:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê dane, duh piştî nîvro, şervanên YPG û YPJ`ê li derdora Kela Nebî Hûrî ya girêdayî navçeya Şera çalakiyek bi bandor li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker lidar xistin.

Di encama çalakiyê de, erebeyeke çeteyan hate derbkirin û 3 çeteyên têde hatin kuştin. Herwiha herî kêm 2 çete jî birîndar bûn, dibe ku hejmara birîndaran zêde bibe.

(kc)

ANHA