Gelê Tebqa du şehîdên xwe oxir kirin

Li herêma Tebqayê cenazeyên du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi merasîmkê oxir kirin.

Gelê Tebqa du şehîdên xwe oxir kirin
Gelê Tebqa du şehîdên xwe oxir kirin
Gelê Tebqa du şehîdên xwe oxir kirin
Gelê Tebqa du şehîdên xwe oxir kirin
Gelê Tebqa du şehîdên xwe oxir kirin
Gelê Tebqa du şehîdên xwe oxir kirin
8 nîsan, 2018   07:18

TEBQA

Şêniyên herêma Tebqa duh cenazeyên endamên Hêzên Ewlekariya Hundrîn Hesen El-Cinêd (Hesen) û Abdulcebar El-Efara (Ebdulcebar) bi merasîmekê li goristana Şehîdan a li bajarê Tebqayê oxir kirin.

Kerwanê oxirkirinê ji ber nexweşxaneya El-Wetenî ya bajarê Tebqayê ber bi gorirstana Şehîdan ve bi rê ket. Girse di wê navberê de dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re beriz dikirin.

Li goristana Şehîdan, merasîm bi rêzgirtin û toraneke leşkerî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve dest pê kir.

Paşê Hevserokê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Tebqayê Mezlûm Umer axivî û sersaxî ji malbatên şerhîdan re xwest. Umer bal kişand ser destwerdanê hêzên derve di karûbarên Sûriyê de û anî ziman ku destwerdana derve bandoreke neyinî li ser şoreşê neke.

Umer di nava axaftinên xwe de, bal kişand ser civîna sê alî ya destnîşan kir ku encamên civîna sê alî ya ku li Enqerayê pêk hatibû wan eleqedar nake.

Mezlûm Umer di dawiya axaftina xwe de bi navê Hêzên Ewlekariya Hundrîn soza parastina herêmê û destkeftiyên şoreşê da.

Her wiha bi navê Rêveberiya Demokratîk a bajarê Tebqayê Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Rewşen Hemî axivî û sersaxî ji malbata herdû şehîdan re xwest.

Rewşen Hemê, bal kişand ser berxwedana Efrînê û ev tişt got "Bila her kes nas bike ku serkeftin a me ye. Berxwedana li Efrînê ya li hemberî dagirkeran berdewam e."

Endama Rêveber a Komîteya Karûbarên  Malbatên Şehîdan a herêma Tebqayê Emîna Abdulrezaq axivî û sersaxî ji malbata herdû şehîdên re xwest.

Di dawiyê de wesîqeta herdû şehîdan ji aliyê Endama Komîteya Karûbarên Malbatên Şehîdan Fatma Elî ve hate xwendin û radestî malbata şehîdan hate kirin.

Girse cenazeyên herdu şehîdan di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

(bx)

ANHA