Civîna heyeta HDP’ê ya bi rêxistin û partiyên siyasî re bi dawî bû

Civîna heyeta HDP'ê ya bi nêzî 30 aliyên siyasî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê re bi dawî bû.  Mijara sereke ya civînê yekîtiya neteweyî bû.

Civîna heyeta HDP’ê ya bi rêxistin û partiyên siyasî re bi dawî bû
8 nîsan, 2018   06:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Otela Dedeman a Hewlêrê heyeta HDP'ê bi nêzî 30 nûnerên partî, aliyên siyasî û hejmarek rêxistinên Başûrê Kurdistanê, akîtîvîst û Desteya Piştgiriya Efrînê re civiya. Civîn piştî nirxandinên li ser yekîtiya neteweyî bi dawî bû.

Nûnerê Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê Abid Îke ji ajansa nûçeyan a RojNewsê re axivî û têkildarî civînan ev agahî par ve kir;”Mijara sereke ya civîna me pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê bû. Em dixwazin li her çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd ji bo bidestxistina armanc û mafên xwe yên rewa xwedî yekdeng û yekhelwestê be.”

Heyeta HDP’ê ku ji Hevseroka HDP’ê Perwîn Bûldan û parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca, Osman Baydemîr, Îmam Taşçier, Dîlek Ocalan, Zeynep Boga û endama Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP’ê Dîlek Boga pêk tê, îro li Hewlêrê  bi Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî, Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî hevdîtin pêk anîbû.