Li Kerkûkê kemîna DAIŞ’ê: 3 kuştî, 3 birîndar

Li navçeya Dibis a parêzgeha Kerkûkê duh şev 6 welatiyên sivîl ketin kemîna çeteyên DAIŞ’ê. Di encamê de 3 welatî jiyana xwe ji dest dan û 3 welatiyên din jî birîndar bûn.

Li Kerkûkê kemîna DAIŞ’ê: 3 kuştî, 3 birîndar
8 nîsan, 2018   07:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê kincê polîsên federal ên Iraqê li xwe kirin û li ser rêya bejahî ya navbera Kerkûk-Dibisê benda kontrolê danîn.

Çeteyên DAIŞ'ê du wesayitên sivîlan sekinandin û 3 sivîlên tê de kuştin, 3 jî birîndar kirin.

Çeteyên DAIŞ'ê wesayitên sivîlan şewitandin.