‘Şirnexê polîtîkayên guherîna demografiyê di bin çadiran de têk bir, dê Efrîn jî têk bibe’

Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyidiz diyar kir ku gelê Şirnexê, polîtîkayên bişaftin û guherîna demografiya Kurdistanê di bin çadiran de vala derxist, niha jî gelê Efrînê heman polîtîkayê bi heman berxwedanê val derdixîne û wiha got,“Divê gelê Efrînê ji hev belav nebin.”

‘Şirnexê polîtîkayên guherîna demografiyê di bin çadiran de têk bir, dê Efrîn jî têk bibe’
8 nîsan, 2018   04:20

BÊRÎTAN MEDÛSA/QAMIŞLO

Faysal Sariyildiz, Parlementerê Şirnexê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yek ji wan kesane ku şahidiya êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên di 2015’an de  li Bakurê Kurdistan bi armanca helandin û tunekirinê pêk hatîn, kiriye. Sariyildiz ku di her program û semînerên li Ewrupayê de zilma dewleta Tirk a li Bakûr eşkere dikir, bi biryara AKP/Erdogan di 27’ê tîrmeha 2017’an ji parlementeriyê hat xistin. Sariyildiz  têkilî û girêdana di nava êrîşên li ser Bakûr û Rojavayê Kurdistanê ji ajansa me ANHA’yê re nirxand.   

‘Armanc 15 hezar kes koçkirin û 15 hezar kes kuştin bû’

Sariyildiz diyar kir ku ji beriya 2 salan operasyonên hişmendiya dagirker a dewleta Tirk bi armanca ruxandin, koçberkirin û guherîna demografiyê li Bakurê Kurdistan da destpêkirin û wiha dewam kir,“ Her çendî fermana van oprasyonan Erdogan dabe jî lê hemû partî û baskên dewletê tevlî bûn. Planên wan 15 hezar kes koçberkirin, 15 hezar kes kuştin û 15 hezar kes binçavkirin bû. Dê ev operasyonên tunekirinê li ser 10 bajarên ku refleksên wan ên welatparêzî xurt in bihatiba kirin.” 

‘Dixwestin kesên ji mejiyê DAÎŞ’ê li Şirnexê jî bicih bikirina’

Sariyildiz armanca êrîşên dewleta Tirk wiha rave kir,“Armanca bişaftina van bajaran bû. Wan belav bikin û li bajarên wan koçberên ji Suriye yê, ên mejiyê wan ê DAÎŞ’ê bicih bikin. Gelê Kurd jî dê ber bi Başur û metrepolên Tirkiye yê ve koçber bikiriban û ji çanda wan dur bixistana. Bi taybet ev plan li ser Şirnexê hebûn.”

Sariyildiz destnîşan kir ku di encama van êrîşan de malên bi milyonan kes hatin ruxandin, bi hezaran zarokên gelê Kurd hatin qetilkirin û wiha pê de çû,“Lê gelê Bakûr di salên 1990’an de ev polîtîka û dewlet nas kiribû. Lewma jî kesên malên wan ruxayî, îro wek gelê Efrînê çadir danîn û li ser xirbeyên malên xwe û gundên derdor li berxwedan. Bi taybet gelê Şirnexê li bê avî, tehdît û tacîzê li ber xwedan û polîtîkayên guherîna demografiyê vala derxistin.”

 ‘Gelê Efînê teslîm nebû’

Sariyildiz  anî ziman ku êrîşên li ser Efrînê jî berdewamiya vê politikaya tunekirin û demografî guherînê ye û wiha axivî,“Efrîn bajarek ku bi hezaran salan e kurd lê dijîn û refleksên welatparêzî lê xurtin. Heman polîtîkayên Bakur vê carê jî li ser Efrînê dan meşandin. Dewleta Tirk dihizirî ku gelê Efrînê ber bi Tirkiye yê ve biçe û teslîmî wan bibe, lê gelê Efrînê li berxweda û niha jî wek gelê Şirnexê, li Şehbayê di çadran de ye.”

‘Bi yekgirtinê dê Erdogan jî wek Hitler, Musîlînî û Sedam bicehnime’

Sariyildiz bang li gelê Efrînê kir ku bilav nebin û li berxwe bidin û gotinên xwe wiha berdewam kir,“Dê ev kosa li Suriyeyê berdewam bike, Suriye parçe dibe, ji ber wê jî dê dest bavêjin gelek cihan. Bi taybet dixwazin bajarên wek Efrîn ku welatparêziya wan xurt vala bike  û kesên wek mejiyê xwe li wir bi cih bikin. Divê gelê me serî li ber van polîtîkayan netewîne û li hember van polîtîkayan yek bin, ji hev durnekevin. Wê demê dê Erdogan û hişmediya wî jî wek despotên mîna Hitler, Musulînî û Seddam bicehime.”

(kc)

ANHA