Dewleta Tirk av qut kiriye, jiyana cotkaran zehmet bûye

bajaroka El-Cirniye ya li bakur-rojavayê Tebqayê neçar man ku çaniniyên demsala havînê rawestîn in, ji ber ku dewleta Tirk ava Çemê Firatê ji ser Sûriyê qut kiriye. Welatî êdî nikarin zeviyên xwe av bidin.

Dewleta Tirk av qut kiriye, jiyana cotkaran zehmet bûye
Dewleta Tirk av qut kiriye, jiyana cotkaran zehmet bûye
Dewleta Tirk av qut kiriye, jiyana cotkaran zehmet bûye
8 nîsan, 2018   04:10

TEBQA

Piraniya welatiyên bajaroka El-Cirniye û gundên wê bi çandiniyê jiyana xwe pêk tîn in. LÊ ji ber ku dewleta Tirk ava Çemê Firatê girtiye reuwşa welatiyên ku piraniya wan cotkar in pir dijwar bû ye.

Cotkarê bi navê Remedan Mensûr ji gundê El-Tela ya girêdayî El-Cirniye ye. Mensûr derbarê mijarê de wiha got: "Ava Firatê kêm bû ye, vê yekê bandorek mezin li me û çandiniya me kiriye. Me zeviyên xwe cot kirin û amade kirin, lê ji ber kêmbûna avê zêdeî 100  em nema fûl û kemûnê, her wiha zeviyên havînê jî diçîn in."

Komîteya Aborî ya Rêvebeirya Demokratîk a herêma Tebqayê derbarê mijarê de hişyarî da û got ku heger dewleta Tirk di qutkirina ava Çemê Firatê de dewam kir wê gelê herêmê di metirsîneke mezin de bin.

Menûsr her wiha destnîşan kir ku qutkirina avê ku ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatiye, bi serê xwe şerê li dijî cotkaran e û wiha dom kir: "Eva v ya hemûyane, çima dewleta Tirk li ser xelkê qut dike."

Ava Çemê Firatê di Tirkiyê, Sûriyê û Îraqê re derbas dibe, li gorî qanûnên navdewletî divê hers welat ji avê sûd werbigirin û av li wan were parvekirin. Ji ber herêmên li herdû aliyên Firatê, çem wekî çavkaniya xwe ya sereke ya jiyanê bikar tîn in.

Welatiyê bi navê Mihemed El-Muxtar yê ji herêma El-Cirniye jî derbarê mijarê de wiha got: "Çi sûcê me cotkaran heye. Avê ji ser me qut dikin. Em ji nêzî Çemê Firatanê ne û tu çavkaniya me ya din a çandiniyê nîne. Dewleta Tirk ku avê qut dike, wiha şerê me dike. Pêwîstiya me ya zêde bi avê heye."

El-Muxtar di berdewama axaftina xwe de jî pirsyar kir ku itîfaqên NY û peymanên navdewletî yên derbarê dabeşkirina berhemên xwezayî yên wekî Çema û herwekî din li kur maye û ev tişt anî ziman: "Çawa wiha avê ji ser me qut dikin. Ev zêdeyî mehekê zeviyên me av ne dîtine. Zeviyên me gelek zirar dîtine. Wiha zirar li tevahiya welat dibe."

El-Muxtar bang li civakanavdewletî û saziyên têkildar kir ku erka xwe pêk bînin da ku dewleta Tirk li gorî qanûnên navdewletî yên dabeşkirina avê tevbiger e.

(dc)

ANHA