'Rûsiya jî şirîka Tirkiyê ya komkujiyan e'

Endamê Rêveberiya Giştî ya Partiya Nûjeniya Demokratîk a Sûriy Lorens El-Cerba diyar kir ku Rûsiya jî şirîka Tirkiyê ya pêkanîna komkujiyên Efrînê ye û destnîşan kir ku wê têkiliya di navbera herdû aliyan de pir dirêj neke.

'Rûsiya jî şirîka Tirkiyê ya komkujiyan e'
8 nîsan, 2018   04:45

RÊNAS REMO/QAMIŞLO

Lorens El-Cerba derbarê êrîşa Dewleta Tirk a ji Efrînê re ji ajansa me re axiv û got ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hemû pêkhateyan hedef digirin û destnîşan kir ku ew ne tenê kurdan hedef digrin.

El-Cerba, di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku Rûsiya jî di qetilkirina şêniyên Efrînê de û dagirkirina xaka Bakurê Sûriyê de şirîka Tirkiyê ye û ev tişt anî ziman: "Itîfaqên wan ên siyasî wê dewam neke. Herdû dewlet xwedî berjewendiyên cûda yên SÛiryê ne, herdû jî dagirker in. dewleta Tirk dixwaze dema Osmaniyan vegerîne, rakirina ala Tirkiyê ya li Efrînê nîşana wê ye."

El-Cerba her wiha destnîşan kir ku ragîhandina Partiya Sûriyaya Pêşerojê di encama tekoşîn û destkeftiyên siyasî de hatiye û wiha dom kir: "Êdî dem hatiye dema yek partî, yek netew û yek reng bi dawî bibe. Banga min ji hemû pêkhatyên Bakurê Sûriyê  re ye ku yekîtiya xwe li dijî dagirkeriya Tirkiyê û Rûsiya derkevin û bizanin ku ew dixwazin gelê Sûriyê ji bo berjeweniyên xwe berdin hev."

(dc)

ANHA