Hesen Koçer: Efrîn nabe ya dagirker û dizan

Endamê Rêveberiya TEV-DEM'ê Hesen Koçer diyar kir ku derketina welatiyên Efrîn ji herêmê tê wateya ku ew dagirkeran qebûl nakin û da zanîn ku ev peyamek ji hemû cîhanê re ku wê diz û dagirker Efrînê bi rêve nebin, Efrîn ya şêniyên wê ye.

Hesen Koçer: Efrîn nabe ya dagirker û dizan
7 nîsan, 2018   19:22

ŞEHBA

Di çarçoveya civînên ku TEV-DEM'ê ji welatiyên Efrînê yên li Şehbayê dimîn re lidar dixin, civînek li gundê Til Qerah hate lidarxistin. Civîn bi beşdarbûna dehan kesî hate lidarxistin.

Civîn bi rêzgiritnê destpê kir, paşê Endamê Rêveber ê TEV-DEM'ê Hesen Koçer axivî û bal kişand ser geşedanên dawî yên li Sûriyê bi giştî û li Efrînê bi taybet û wiha got: "Aloziya Sûriyê ketiye reşwke nû. Bi taybet piştî şerê bi wekîlan bi dawî bû. Niha hêzên mezin li ser erdê bi xwe ketine şer. Her aliyek hêzên xwe li deverekê bi cih dikin."

Koçer di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku Armanca Rûsiya ji rê dayîna Tirkiyê ku êrîşa Efrînê bike ew e ku NATO ateng bike û wiha dom kir: "Ji ber Tirkiyê beşek ji ANTO ye, ev yek jî rola kolaîsyona li dijî DAIŞ'ê lawaz dike. Rûsiya dixwaze Tirkiyê ji NATO derbixe û wan bi Îran û Sûriyê re bike şirîk"

Koçer her wiha destnîşan kir ku gelê Efrîn û şervanên YPG/YPJ'ê yên di berxwedana Serdmeê de liber xwe dan karîbûn 58 rojan bersiva êrîşên herî dijwar bidin û wiha dom kir: "Li ber êrîşên wan liber xwe dan. Li dijî pîlanên ku hêzên mezin ên cîhanê danîne, parstina xwe kirin. Ev berxwedan wê pêngaveke dîrokî ku ji hemû cîhanê re bibe mînak pêk bîne."

Koçer di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku gelê Efrînê yên ji herêmên xwe derketine û hatine Şehbayê tê wateya ku ew dagirkeriya Tirk û çeteyên wê qebûl nakin û wiha dom kir: "ev berxwedana we gelê Efrînê ji Dewleta Tirk û çeteyan re peyameke ku Efrîn wê neba ya tu kesî ji bilî ya xwediyên xwe."

Endamê Rêveber ê TEV-DEM'ê Hesen Koçer di dawiya axaftina xwe de soz da ku ew ê ji tola şehîdên Berxwedana Serdemê rakirin û wê dersan bidin dagirkeriya Tirk û çeteyên û wê Efrîn rizgar bikin.

(dc)

ANHA