Li Elmaniya bi bûyera pêlêkirina tirmpêlê hin kes mirin

Polîsên Elmanî destnîşan kirin ku li bajarê Monster ê Elmaniya di bûyera pêlkirina tirmpêleke biçûk de hejmarek welatiyan jiyana xwe ji dest dan û derdora 30 kesî birîndar bûne.

Li Elmaniya bi bûyera pêlêkirina tirmpêlê hin kes mirin
7 nîsan, 2018   19:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçe Ruters, polîsên Elman diyar kirin ku ajokarê tirmpêlek biçûk li cihekî qerebalix xwe li nava welatiyan qeliband. Çavkaniyên ewlekarî destnîşan kirin ku ihtîmala ku bûyer êrîşeke terorist be. Ajokarê tirmpê piştî bûyer intîhar kir.

Rojnameyên herêmî yên Elman jî destnîşan kirin ku çavkaniyên ewlekarî destnîşan kirin ku hemen sê kesan jiyana xwe ji dest dan, her wiha kovara Foks destnîşan kir ku derdora 50 welatiyan birîndar bûne, rewşa hinan ji wan girane.

(dc)