Şêniyên Helebê li dijî tecrîda li ser Ocalan meşiyan

Bi sedan welatiyên Helebê bi armanca şermezarkirina tecrîda giran ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye ferizkirin, meşiyan. Meşvanan bang li rêxistinên navdewletî kirin ku erka xwe beranberî rewşa Ocalan pêk bîn in.

Şêniyên Helebê li dijî tecrîda li ser Ocalan meşiyan
7 nîsan, 2018   19:19

HELEB

Bi sedan welatiyên bajarê Helebê yên ji hemû pêkhateyan tevlî meşa ku ji aliyê TEV-DEM'ê ve hatibû rêxistinkirin bûn.

Meş ji ber jêrzemîna civînan a li beşê rojava ya taxa Şêxmeqsûd destpê kir. Meşvanan bê navber diruşmeyên dilsoziya bi Ocalan re beriz dikirin. meşvanan her wiha posterên Ocalan, wêneyên şehîdan û sembolên kurdî vekiribûn.

Meşvanên ku li kolanên sereke yên taxa Şêxmeqsûd geriyan li ber Çerxeriya Şehîd Destîna ya li beşê rojhilat a taxê kom bûn. li vir axaftin hatin kirin. Piştî rêzgirtinê Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Helebê Mihemed Şêxo axivî û got ku niyeta dewleta Tirk ne tenê dagirkirina Efrînêye û wiha dom kir: "Armanca wê dagirkirina herêmên din ên Sûriyê ye. Siyasetên ku dewleta Tirk li Sûriyê dimeşîne, girêdana xwe bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah OCalan hatiye ferizkirin ve girêdayî ye. Naxwazin fikrê Ocalan li herêmê pêk were."

Di axaftinên hatin kirin de her wiha hate gotin ku dewleta Tirk wê li Efrîn û tevahiya xaka Sûriyê têk biçe û hate destnîşankirin ku wê tecrîd jî ji ser Ocalan jî bi tekoşîna gelan were rakirin.

Meş bi diruşmeyan bi dawî bû. Çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan wê dewam bikin.

(dc)

ANHA