Welatiyên mesîhî merasîma Îna Êşan lidar xistin

Mesîhiyên Rojhilata Navîn di roja "Îna Êşan" de merasîmên olî di kenîseyan de lidar dixin. Muzîka xemgîn di merasîman de hate pêşandan, her wiha rengê reş hate danîn.

Welatiyên mesîhî merasîma Îna Êşan lidar xistin
7 nîsan, 2018   17:07

KADAR IBREHÎM /QAMIŞLO

Bi hezaran welatiyên mesîhiyên rojhilat cejna "Îna Êşan" an ku roja Hezretî Mesîh mir û hate definkirin. Ev merasîmên vê rojê fedekariya bi hezretî Îsa re nîşan dide.

Qesê Kenîseya Meryem El-Edrai, Xûrî Seman Îsan yê ji bajaroka Tirbespiyê diyar kir kur welatiyên mesîhî bi mezhebên xwe yên Katolîk, Ersedoks ên rojhilatî, Kenîseya Ersedoks a rojhilat û kenîseyên birotestand ên li herêmên Rojhilat merasîmên "Îna Êşan" lidar dixin. Di merasîman de mûzîka xemgîn têne pêşandan. Welatiyên suryanî di rojên Çarşemê û Înê de rojî digirin.

Îsa, her wiha destnîşan kir ku xiristyanî bi roja Îna Êşan roja şemiyê şahiyan lidar dixin û roja Şemiyê wekî roja ronahiyê pênase dikin, li gorî baweriya wan tê gotin ku di roja şemiyê de jî Hezretî Mesîh dojgeh ronî kir û hêvî da miriyan.

Merasîmên Îna Êşan sê rojan dewam dike, roja Yekşemê jî xiristyan roja Qiyameta pîroz dikin.

(dc)

ANHA