Çanda Helef ku di pêşketina civakê de bi bandor bû di belgefilimekî de hate berhemkirin

Bi serpereştiya Desteya Tûrzim û Şûnewaran a Herêma Cizîrê yekem belgefilim li ser Çanda Till Helef hate çêkirin.

Çanda Helef ku di pêşketina civakê de bi bandor bû di belgefilimekî de hate berhemkirin
7 nîsan, 2018   12:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Til Helef ê ku wek girîngtrîn cihê dîrokî di Rojhilata Navîn û Cîhanê de tê naskirin, li ser berhemên çanda wê û pêşketina civaka wê, Desteya Şûnewaran belgefilimeke sînema amade kir.

Di film de, girîngiya dîroka wê, pêşketina civakî, hunerî, pîşesazî, û sîstema avakirina gundên destpêkê tê pêşandan, herwiha di belgefilim de beşek taybet li ser Têgîna Dayika xwedawend a di wê demê de xwedî otorîteyeke mezin di civakê de bû, li gorî tewriyên Jinolojiya tê şîrovekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev filim ji aliyê Gurupa Rêwan a Hunera Sînema hatiye berhemkirin.  Lêkolîna wê ya zanistî jî ji aliyê Erkelog Rustem Ebdo û Amir Ehmed ve hatiye amadekirin.

Rojnemevan û sînemeger Alan senaryo belgefilim nivîsandiye û derhêneriya wê jî kiriye.

Li gorî Desteya Tûrizm û Şûnwaran di demeke nêz de, gala belgefikim a bi navêʺHilberîna Helefʺ li navendên Çand û Huner ên  Rojavayê Kurdistanê were pêşandan.

(ar/kc)

ANHA