Tirkiyê li Sûriyê herêmên nû dagir dike

Li gorî lihevkirinên Rûsya, Îran û Tirkiyê, Tirkiyê li Sûriyê herêmên nû dagir dike û bi vê yekê Sûriyê parçe dike û sînorê herêma Sinî rêz dike.

Tirkiyê li Sûriyê herêmên nû dagir dike
7 nîsan, 2018   12:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Erkan a dewleta Tirk li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku Tirkiyê li parêzgeha Idlibê ya bakurê Sûriyê bargeheke nû ava kir. Dewleta Tirk a dagirker bi vê yekê li Sûriyê herêmên nû dagirker.

Çavkaniyên Tirkiyê ji Rojnameya El-Şeriq El-Ewset re diyar kir ku hejmarek leşkerên dagirkeriya Tirkiyê duh bi çeteyên Feyleq El-Rehman re çûn bajarê Xan Şeyxûn ê girêdayî parêzgeha Idlibê, gundê El-Seyad ê başûrê rojavayê Xan Şeyxûn, paşê jî Kefer Zeyta, Lehaya, Morik ên bakurê Heman û gihiştin nûqteya El-Ebûd a başûrê Morik û kîlometrek nêzî nûqteyên hêzên rêjîma Sûriyê bûn.

Şopdarên rewşa Sûriyê diyar dikin ku welatên ku navê "Grantor" li xwe dikin, sedema bingehîn a aloziya 7 salan a Sûriyê ne. Dewletên grantor bi riya îtîfaqan demografiya xaka Sûriyê diguhere.

Di lihevkirinekê din de, Tirkiyê çete ji Xûta Rojhilat hatin derxisitn û li wê beramberî Rûsya rê daTirkiyê ku Efrîn dagir bike.

Dewletên "Girantor" bi navê parastina yekîtiya xaka Sûriyê, herêmên Sûriyê di nav xwe dabeş dikin. Li gorî wê herêmeke Sinî di bin rêveberiya Tirkiyê û herêmeke elewî di bin rêveberiya Rûsya û Îranê de ava dikin.

(bb)

ANHA