Şanda HDP’ê li gel Barzanî civiya

Şanda HDP’ê li gel Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî civiya. Mijara serekî ya civînê jî yekîtiya netewî ye. 

Şanda HDP’ê li gel Barzanî civiya
7 nîsan, 2018   11:58

NAVENDA NÛÇEYAN

 Şevê din şandek a HDP’ê ku ji Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan û parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Osman Baydemîr, Îmam Taşçiyer, Berdan Ozturk, Dîlek Ocalan û Dîlek Buha pêk dihat giha bajarê Hewlêr.

Şanda HDP’ê îro li gel Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî civiya û civîn didome.

Armanca sereke ya serdana şanda HDP’ê ji bo Başûrê Kurdistanê guftûgokirina yekîtiya netewî li gel alî û rayedarên Başûr e.

Hêjay gotinê ye ku destûr nehat dayîn çapemenî civînê bi şopîne.