Li Efrînê lîstokên qirêj

Di dîroka dewleta dagirker a Tirkiyê de tiştê ku derdikeve pêşberî me komkujî, talan û xenîmet e. Ji Împaratoriya Osmanî heta roja îro li ser mirovahiyê taybet li ser gelê kurd, ermen, rûm komkujî û talan pêkanî ye.

Li Efrînê lîstokên qirêj
7 nîsan, 2018   11:59

HESEN KARASÛNGÛR/NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskar û siyasetmedar Hesen Karasûngûr di nivîsa xwe ya  vê hefteyê de di rojnameya Ronahî, bal kişand ser lîstokên qirêj li Efrînê.

Nivîsa Karasûngûr wiha ye:

ʺDi dîroka dewleta dagirker a Tirkiyê de tiştê ku derdikeve pêşberî me komkujî, talan û xenîmet e. Ji Împaratoriya Osmanî heta roja îro li ser mirovahiyê taybet li ser gelê kurd, ermen, rûm komkujî û talan pêkanî ye.

Faşîstê serdemê Erdogan û desthilatdariya AKP’ê jî hemû tecrûbeyên xwe yên talan û komkujiyê rojane dike. Hedefa dagirkeriya dewleta Tirkiyê ew e ku hişyariya neteweyî ya kurd, azadî, rizgarî û yekitiya neteweyî asteng bike û bi parçekirin û dabeşkirina kurdan karibe bi rêve bibe. Ji bo vê jî çi pêwîst be tu pîvanê ku binpê û bê exlaqiya ku neke tune. 

Em dibînin ku hinek kesayet an jî rêxistinên kurd ên xafil tên lîstokên dagirkeriyê û yên faşîstê serdemê. Faşîstê serdemê Erdogan bi referandûma başûrê Kurdistanê û mijara Kerkûkê re dijminantiya xwe ya gelê kurd derxist asta herî jor. Niha jî dixwaze nîfaqê bixe nava kurdan. Li Hewlêrê li ser esasê hevkariyê toleransê nîşanê PDK’ê dide, li Silêmaniyê Yekitî, Goran û rêxistinên ku ne li ser xeta hevkariyê ne dike hedef. Ev polîtîkaya qirêj a dagirkeriyê hewl dide ku li ser Efrînê hîn zêdetir bêpîvan û bi bêexlaqiyeke mezin pêk bîne.

Dewleta dagirker a Tirkiyê tecrûbeya xwe ya çil salan li hemberî Tevgera Azadiyê îro dixwaze li ser Efrînê pêk bîne. Kesên ku ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî her tiştî dikarin pêşkêş bikin weke Fûat Elîko û Brahîm Biro dide pêş. Lê divê bê zanîn ku Fûat Elîko, Brahîm Biro û ew kesên di meclisa sexte ya Dîlokê de cih digirin di nezera gelê kurd de xayinên neteweyî ne. Evana di roja îro de rola Reybêran hilgirtine ser milê xwe. Faşîstê serdemê Erdogan jî hewl dide ku di ser van kesan re li Efrînê cerdevaniyê pêş bixîne.

Hin kesên ku ji Efrînê koçber bûne dema ku bi awayekî mesûmane vedigerin cih û warên xwe çeteyên bermahiya DAÎŞ û Nûsrayê û her wiha faşîstên dagirker sîlehê dixin serê van kesan û bi darê zorê di ser telefonê re didin axaftin. Ev kesana jî bangî miletê derveyî Efrînê dikin ku dibêjin ‘werin jiyana li Efrînê xweş e û netirsin’. Dagirkerî lîstokek wisa qirêj pêş dixîne. Ji aliyekî hewl dide ku kurd bi kurdan bide qirkirin û ji aliyê din ve li gund û bajarokên hatine valakirin malbatên çeteyên DAÎŞ û Nûsrayê bi cih dike. Hem demografiyê diguherîne hem jî paqijiya etnîkî dike.

Ji bo vê jî pêwîstî heye ku ev şêwazê dagirkeriyê baş bê fêmkirin. Gelê kurd divê hişyar be û neyên lîstokên dagirkeriyê. Ji ew kesên ku sîlehê dixin serê wan bawer nekin. Ji bo jiyan û statuyeke azad çawa ku heta roja îro gelek berxwedan û bedel hat dayîn ji niha û pêde jî pêwîst e ku di vê xetê de bê israrkirin. Li ser vî esasî dagirkerî li Efrînê bê felckirin ku nikaribe pergala xwe ya zalimane bi rêxistin û ava bike. Ne tenê ji Efrîniyan her wiha ji dar û berên wê jî bikeve nava tirs û xofekê. Bizanibin ku li ser vê axê dagirker in û biyanî ne.

Ev tecrûbeya bi salan a Tevgera Azadiyê, ev ruhê fedaî û serkeftî têra her tiştî dike. Li ser vî esasî ev berxwedana serdemê muheqeq ew ê bi ser bikeve û dagirkerî jî teqez ew ê têk biçe.