Dewleta Tirk amadekariya dagirkirina bejahiya Leziqiyê dike

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker amadekariyan dike ku derbasî gundewarê Laziqiyê, heta Cebel El-Ekrad û Tirkumen bibin.

Dewleta Tirk amadekariya dagirkirina bejahiya Leziqiyê dike
7 nîsan, 2018   11:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek girêdayî çeteyên Tirkiyê ji malperên ser bi komên çekdar re diyar kir ku ew amadekariyan dikin da ku êrîşan li dijî rêjîma Sûriyê li gundewarê Laziqiyê bikin. Axaftinên çavkaniyî piştî civîna sê alî ya li Enqerayê pêk hat.

Çavkaniyekî ji malpera Ineb Beledî got, piraniya komên çete yên li parêzgeha Idlibê bi desteka Tirkiyê amadekariyên şer li Cebel El-Ekrad û Tirkuman ên gundewarên Laziqiyê dikin.

Çavkaniyî her wiha destnîşan kir ku êrîşên li wir bêne kirin girêdayî lihevkirinên dawî yên di navbera Rûsya,Tirkiyê û Îranê de ye.

Rojnameyek Tirkî di Îlona 2017‘an de  raporek weşand, di raporê de hate gotin ku Tirkiyê bi hevkariya komên çete dê derbasî herêmên rojavayê parêzgeha Idlibêya li beramberî Hatayî bi dirêjaniya 130 km û firehiya 35 km bibe.

Çavkaniyan her wiha destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyê, dê di Cisir El-Şixûr û bajaroka Daret Îza derbasî gundewarên Laziqiyê bibe û diyar kirin ku leşkerên Artêşa Tirk a dagirker û fermandarên wê li gel serçeteyên koma bi navê "Feyleq El-Rihman" çûn bajarê Xan Şeyxûn ê girêdayî parêzgeha Idlibê, gundê El-Seyad ê başûrê rojavayê Xan Şeyxûn, paşê jî Kefer Zeyta, Lehaya, Morik ên bakurê Heman û gihiştin nûqteya El-Ebûd a başûrê Morik û kîlometrek nêzî nûqteyên hêzên rêjîma Sûriyê bûn.

(bb)

ANHA