Rojeva rojnameyên Erebî çi ye?

Rojnameyên Erebî: Hêzên rêjîmê piştî binkeftina danûnstandinên Rûsya û Ceyş El-Islam dest bi topbarana Dûma kir. Tirkiyê hewl dide herêmên din ji Sûriya dagir bike. Di encama gulebarana artêşa Israîl li dijî xwepêşandarên Filistînê de 8 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Rojeva rojnameyên Erebî çi ye?
7 nîsan, 2018   09:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên vê sibehê derketine, rewşa meydanî li Sûriyê,  hilbijartinên Iraqê, meşên Filistînê û aloziya Yemenê girtin dest.

Rêjîma Sûriya piştî têkûçna danûstandinan êrîşî Dûma dike

Rojnameyan derbarê pêşveçûnên li Sûriyê, bal kişand ser binkeftina danûstandinan di navbera Rûsya û Ceyş El-Islam derbarê Dûmayê de, Rojnameya El-Ereb girêdayî mijarê nûçeyek di bin sernavê "Rêjîma Sûriya piştî têkçûna danûstandinên bi Ceyş El-Islam re Dûma Hedef girt" weşand. Di nûçeyê de hate gotin ku, hê kes nizane ku piştî binkeftina danûstandinan dê aloziya li Dûma ber bi şerekî leşkerî mezintir  ve biçe yan jî armanc jê ew e ku şêniyan bitirsîne  û zextê li çekdarên Ceyş El-Islam bikin da ku ji herêmê vekişin."

Rûsya koma bi navê "Artêşa Azad" tewanbar dike ku ji bo êrîşên bi gazên hejhrê pîlanan dike

Rojnameya El-Heyat jî têkildarî rewşa Sûriyê, nûçeyek di bin sernavê "Mosko »Cebhet El-Nusra « û »Artêşa Azad« tewambar dike ku pîlanan dike da ku êrîşên bi gazên kilorî li dijî bajarê Dera ya Sûriyê pêk bîne" weşand. Di nivîsê de wiha tê gotin, "Mosko duh »Cebhet El-Nusra « û »Artêşa Azad« tewambar kir ku pîlanan dike  da ku êrîşên bi gazên kilorî li dijî bajarê Dera ya Sûriyê  pêk bîne. Serokê Navenda Lihevkirinê ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Rûsya Yuri Yevtshenko got komên çekdar ên li başûrê Sûriyê ji bo pêkanîna êrîşên kîmawî yên jehrê amadekariyan dike."

Tirkiyê hewl dide bi navê "Kêmkirina şer" herêmên nû li Sûriyê dagir bike

Rojnameyên Erebî bal kişand ku Tirkiyê  bi itîfaqa Rûsya û Îran hewl dide herêmên nû li Sûriyê dagir bike. Girêdayî mijarê, Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi navê "Artêşa Tirk ji bo kontrolkirina herêmên "Kêmkirina şer" herêmên nû dişopîne" weşand. Rojnameyê got "Çavkaniyên Tirk eşkere kirin ku duh ango piştî civîna sê alî ya di navbera Tirkiyê, Rûsya û Îran ku roja çarşema derbasbûyî li Enqerayê pêk hatibû, şandeyek ji bo şopandinê girêdayî artêşa Tirk, li gel şandeyeke ku ji feramdar û endamên koma "Feyleq El-Şam"   li gundewarên Idlib û bakurê Hemayê geriya, her wiha dê serdana herêmên nû li gundewarên Idlib û Cisir El-Şixûr bike."

Lihevkirina Îran, Sûriya û Iraq

Rojnameyên Erebî behsa destwerdana Îran di Sûriyê de kir. Di vê derbarê de, Rojnameya El-Qudis El-Erebî nûçeyek bi sernavê "Rêjîma Sûriyê projeya avakirina otostrada Tehran, Şam û Beyrût qebûl dike" weşand. Di nûçeyê de tê gotin ku Îran bi rêjîma Sûriyê û Iraqê re peymana avakirina otostrada ji Tehranê ku di Iraq, Şam heta Beyrût a Lubnanê re derbas dibe îmze kir. peyman dê ji aliyê şirketên Îranî were pêk anîn. Hin alî gava ji aliyê Îranê wekî destwerdana di xaka Sûriyê de dibînin."

15  sal li ser guhertinên li Iraqê re derbas bû

Rojnameyên Erebî her wiha bal kişandin ser salvegera 15‘emîn a destwerdana Amerîka di Iraqê de û guhertinên ku derketine. Li ser vê yekê Rojnameya El-Ereb nûçeyek di bin sernavê " Iraq piştî 15 salan li ser êrîşên Amerîka..Tu kes bi gel nafikire" Rojnameya El-Heyat jî bi sernavê " Iraq piştî 15 salan ji êrîşên Amerîka: Xewn parçe bûn û aramî pêk nehat" weşandin.

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî nûçeyek bi sernavê "Piştî 15 salan ji guhertinên li Iraqê.. bê hêvî serwer e" weşand û diyar kir ku 9‘ê Nîsana 2003‘an de Amerîka derbe li rêjîma Sedam Hisên xistin. Piştî 15 saln jiyana iraqiyan di her aliyan de, aborî, civakî, siyaî û demografî bi temamî hate guhertin."

 Çeka ji kokrakirinê  Wezîrê Parastinê yê Iraqê yê berê şaş derxist

Rojnameya El-Ereb têkildarî hilbijartinên Iraqê, nûçeyek bi sernavê "Guleya dawî ya çeka jikokrakirinê  Wezîrê Parastinê yê Iraqê yê berê şaş kir" weşand. Di nivîsê de  hate gotin" Dûrxistina bernamzetên sala 2018‘an bi tewana ku têkiliyên wan bi rêjîma Baas re hene li beramberî hilbijartinên berê deng veneda, sedam vê yekê kêmbûna hejmara kesên hatin dûrxistin ji aliyekî ve û tunebûna kesayên xwedî giraniyeke siyasî ji aliyekî din ve."

Di berdewama nûçeyê de wiha hat gotin"Hin agahî belav bûn ku Wezîrê Parastinê yê Iraqê yê berê Xalid El-Ubeydî  yê ji lîsteya El-Nesir a girêdayî Serokwezîrê Heyder El-Abdî , hate dûrxistin. Derbarê van agahiyan, Desteya Dadê û Lêpirsînê dest bi lêpirsînê kirin. Tê texmînkirin ku El-Ubeydî dê encamên girîn bi dest bixîne."

Aloziya Washigton û Rûsya

Rojnameya El-Ereb têkildarî mijarê nûçeyek bi sernavê " Washigton li »Oligarchi « Putin dide" weşand. Di nivîsê de wiha tê gotin, "Aloziya di navbera Washington û Mosko mezintir dibe, Washington cenaz li ser berpirsyarên sereke yên Oligarchi feriz kir, Washigotin bi vê yekê xeleka herî nêz ji Serokê Rûsya Valadimer Putin hedef girtin."

Di  Meşa Vegerê de, 8 kuştî û hezar û 70 birîndar

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê êrîşên hêzên Israîl li dijî xwepêşandarên Filistînê nûçeyek bi sernavê " Di ((Meşa Vegerê 2)) ya li Xezayê de kuştî û zêdeyî hezarî birîndar" weşand, El-Ereb jî sernavê "Israîl di ‘Îna Kawtşok‘de heman kiryaran bi kar tînin" weşand. Di nûçeyê de tê gotin "Înê di navbera xwepêşandarên Filistînê û Hêzên Israîl de li nêzî sînorê di navbera Israîl û Xeza de pevçûn rû da. Di encamê de 8 kes hatin kuştin û zêdeyî hezar û 70 jî birîndar bûn."

Griffith di çareseriya aştiyana israr dike û Hûsî ji di şer de bi israr in

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê Yemenê nûçeyek bi sernavê "Rexmî 11 êrîşên bi moşekên balistîk û deryayî Griffith li herêmê vedigere" weşand. Di nivîsê de hate gotin, " rexmî îşaretên ku têkçûyîna hewldanan nîşan dide û ne ciddiyeta Hûsiyan ku 11 êrîşên balistîk û deryayê  li ser bajarê Siûdiyê pêk anî bûn, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Yemenê Martin Griffith di çareseriya aştîyane li Yemenê de bi israr e."

(bb)